Şandeya ku dê beşdarî komcivînê bibe, gihaşt navenda Desteya Têkiliyên Derve

Şandeya ku wê beşdarî komcivîna navdewletî bibe, gihaşt Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişloyê.

Şandeya ku dê beşdarî komcivînê bibe, gihaşt navenda Desteya Têkiliyên Derve
Şandeya ku dê beşdarî komcivînê bibe, gihaşt navenda Desteya Têkiliyên Derve
Şandeya ku dê beşdarî komcivînê bibe, gihaşt navenda Desteya Têkiliyên Derve
1 kanûn, 2018   13:19

QAMIŞLO

Îro şandeya ku ji siyasetmedar û akademîsyenên gelek dewletên wekî Fransa, Kolombiya, Misr, Iraqê gihaştin Rojava ku beşdarî komcivîna navdewletî bibin ku dê bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bê lidarxistin.

Şande ji şêwirmendê leşkerî yê Fransayê Patrîs Franşêskî û wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê, wezîrê tenduristiyê Kouchner û profesorê Zanîngeha Kolombiyayê David Philips û lêkolînerê stratejîk Cîrar Şaliyan pêk tê.

Beriya kêliyekê şande gihaşt Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo. Şande ji aliyê hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer û şêwirmenda rêveberiya herêma Cizîrê Mizgîn Ehmed û her wiha endamên desteyê ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan civîneke ji çapemeniyê re girtî li dar xist. Nûçegihanên me diyar kir ku tê payîn daxuyaniyeke çapemeniyê ji aliyê şandeyê ve bê lidarxistin.

(jo)

ANHA