Dewreya 31`emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsa bi dawî bû

Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed a navçeya Eyn Îsa dewreya perwerdeyê bi navê Şehîd Helîl El-Refîe bi beşdarbûna 142 endaman bi dawî kir.

Dewreya 31`emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsa bi dawî bû
Dewreya 31`emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsa bi dawî bû
Dewreya 31`emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsa bi dawî bû
Dewreya 31`emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsa bi dawî bû
1 kanûn, 2018   11:42

GIRÊ SPÎ

Îro Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Eyn Îsa 142 endaman bi navê Dewreya Şehîd Helîl El-Refîe, dewreyeke perwerdeyê  bi dawî kir.

Dewreyê 10 rojan dewam kir, tê de waneyên siyasî, fikrî, çandî û perwerdeya leşkerî hatin dayîn.

Di destpêka merasîma bidawîkirinê de, endamên hêzên Ewlekariya Hundirîn sûnda leşkerî xwar, paşê toraneke leşkerî li dar xistin. Dê endamên dewreyê li Reqa û gundên wê bêne belavkirin ku parastina ewlekariyê herêmê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Helîl El-Refîe di 23`yê Mijdara 2018’an de dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bû. 

ANHA