Şandeyek ji kesayetên girîng ji bo beşdarî komcivînê bibe, gihîşt Rojava

Şandeyeke ji kesayetên gelek dewletan, ji bo ku beşdarî komcivîna sibê bibin, di dergehê Sêmalka re ji Başûr derbasî Rojava bû.

Şandeyek ji kesayetên girîng ji bo beşdarî komcivînê bibe, gihîşt Rojava
1 kanûn, 2018   11:16

QAMIŞLO

Di çarçoveya amadekariya lidarxistina komcivînê de ku sibe tê lidarxistin, şandeyên hatine vexwendin berê xwe didin Rojava. Şandeya ku ji siyasetmedar û akademîsyenên gelek dewletên wekî Fransa, Kolombiya, Misr, Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk dihat, îro di dergehê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Şande ji aliyê endamên rêveberiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Ciwan Resûl, Cîhan Xelîl û Ehmed Sîno ve hate pêşwazîkirin.

Şande ji şêwirmendê leşkerî yê Fransayê Patrîs Franşêskî û wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê, wezîrê tenduristiyê Kouchner û profesorê Zanîngeha Kolombiyayê David Philips û lêkolînerê Stratejîk Cîrar Şaliyan pêk tê.

Tê payîn ku şandeyên din ên ku dê beşdarî komcivîna navneteweyî bibin, di saetên pêş de derbasî Rojava bibin.

Komcivîna navneteweyî dê sibe li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo der barê qirkirin û guhertina demografîk li Efrînê de were lidarxistin. Komcivîn bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve tê lidarxistin.

ANHA