Li El-Hudeyda şer: 10 kuştî

Di şerê li bajarê El-Hudeyda yê rojavayê Yemenê de, 8 endamên hêzên Hûsiyan û 2 endamên hêzên Yemenê di 24 seatên dawîn de hatin kuştin.

Li El-Hudeyda şer: 10 kuştî
1 kanûn, 2018   11:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê El-Hudeyda di navbera hêzên Hûsiyan û artêşa Yemenê de ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî werdigire, şerekî mezin rû da. Şer li eniyên rojhilat û başûrê bajar ên bi ser Deryaya Sor ve zêde bû.

Çavkaniyên tenduristiyê di hundirê El-Hudeyda de ji AFP’ê re diyar kir ku cenazeyên 8 endamên hêzên Hûsiyan gihaştin nexweşxaneyên bajêr, her wiha 2 endamên hêzên Yemenê jî hatin kuştin.

Her wiha hêzên Hûsiyan îro Nexweşxaneya Dar El-Selam a nexweşiyên psîkolojîk li bajêr kontrol kir û xist navendeke leşkerî, her wiha bi dehan kadroyên tenduristiyê û endamekî rêveberiyê di nav de, 12 kes ji nasnameyên cuda girtin.

Çavkaniyên Skynewsê got ku hêzên Hûsiyan 42 nexweş birin cihekî nenas û cebilxaneyên xwe xistin hin embarên nexweşxaneyê.

(jo)