Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Dewletên Yekbûyî Amerîkayê, Danûstandinên Astanayê ku Rûsya, Îran û Tirkiye der barê hûnandina destûra nû de bi mijara Sûriyeyê bi rê ve dibin, ji bo Sûriyê wek rêyeke xitimandî bi nav kirin. Lûtkeya G20’an li gel duh dest pê kir. Hikumeta Tirkiyeyê di girtina hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk de berdewam e ruxmî ku Yekitiya Ewropayê daxwaza serbestberdana wî kiribû.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
1 kanûn, 2018   10:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro, behsa pêşketinên dawîn di dosyaya Sûriyê de, hedefên Îsraîlê yên li dijî hin baregehên Sûriyê û lûtkeya G20’an li Arjantînê û hin mijarên din kir.

Şerq El-Ewsat: Washingotin "Xeta Astanayê" wek rêyeke xitimandî dibîne

Der barê danûstandinên Astanayê de bi mijara aloziya Sûriyeyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) got xeta Astanayê ya ku Rûsya, Îran û Tirkiye der barê hûnandina destûreke nû ji bo Sûriyeyê de bi rêve dibin, wekî rêyeke xitimî bi nav kir û teqez kir ku pêwîst e beriya dawiya salê encam were girtin."

Her wiha rojnameya wiha got: "Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet ji bo Sûriyê Staffan De Mistura der barê bêencamiya Danûstandinên Astanayê û negihaştina çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê, nerazîbûna xwe anî ziman. Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî bi daxuyaniyekê heman helwest nîşan da. Berdevka wezaretê Haydth Nawrt wiha got: “Di nava deh mehan de însiyatîfa Astana-Soçiyê xitimî.” Der barê avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê de jî diyar kir ku avakirina komîteya destûrî li Cinêvê beriya dawiya salê mijareke çalak e ji bo sivikkirina fikran û peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziyê re."

El-Ereb: Berjewendiyên Rûsyayê ji êrîşên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê

Rojnameya El-Ereb jî der bare êrîşa Îsraîlê ya li dijî hin baregehên Sûriyê de got Îsraîl piştî çend hefteyan careke din êrîşî baregehên Sûriyeyê dike.

Çavdêr dibînin ku êrîşa Îsraîlê dibe ku sînyalek di navbera Moskov û Til Evîvê de, der barê Sûriyê de be. Nemaze piştî axaftinên li ser nakokiyên her du aliyan ji ber daxwaza Rûsyayê ya guhertina hin bendên tifaqa koordîneyê ya 2015'an hatiye îmzekirin. Vegera koordîneyê di navbera her du aliyan de piştî ku hate teqezkirin ku artêşa Sûriyê sîstema S-300’an bi kar tîne, pêk hat ku ev sîstem piştî xistina balafira IL-20 ji Moskovê wergirtiye."

El-Heyat: Partiya Barzanî ber bi rêvebirina hikumeta herêmê ve û Tirkmen jî bi destekdayîna Enqereyê bi awayekî çalak tev lê dibin

Rojnameya El-Heyat ragihand ku bloka Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi rêveberiya Mesûd Barzanî di Parlamentoya Herêma Kurdistanê gavên ji bo biryardayîna destûreke herêmî û piştre ji gel re were pêşkêşkirin, eşkere kir. Têkildarî mijarê, endamê bloka Partiya Demokratîk a Kurdistanê Umîd Xoşnaw wiha got: "Parleman wê di destpêka civîna xwe ya asayî ya qanûnî de komîteyekê ji bo amadekirina reşnivîsa destûra herêmê ava bike.”

Hikumeta Yemenê: Danûstandinên me bi Griffiths re der barê “avakirina baweriyê” de bûn

Têkildarî mijara Yemenê, Wezîrê Karên Derve yê Yemenê Xalid El-Yemanî ji Şerq El-Ewsat re re tekez kir ku di civînên hikumeta Yemenê bi nûnerê navneteweyî ji bo Yemenê Martin Griffiths de, der barê avakirina baweriyan bûn û teqez kir ku hikumeta şerî ji bo ku tev li danûstaninên nû bibe, amade ye.

El-Heyat: Tevî biryara dadgeha Ewropayê jî siyasetmedarê Kurd Demîrtaş hê jî di girtîgehê de ye

Rojnameya El-Heyat der barê dosyaya Tirkiyeyê de wiha got: “Parêzerên ku parastina siyasetmerê Kurd Selahedîn Demîratş dikin, roja Înê li ser Twitterê got tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û berpirsên ji Yekitiya Ewropayê di hefteya derbasbûyî de banga serbestberdana wî di zûtirîn demê de kirin, lê dadgeha Tirkiyeyê ev biryar red kir û Demîrtaş di zindanê de hişt. 

Lûtkeya G20’an li ser parçebûnê li hev kom bû

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê Lûtkeya G20’an de wiha got: “Xebatên Lûtkeya G20’an li Buenos Airesê duh bi perçebûnên mezin di nava endamên dewletan de dest pê kir. Bi taybet di navbera DYA û Çînê de ji ber "şerê bazirganiyê" û di navbera Rûsya û dewletên Rojava de li ser aloziyan û ya herî germ jî aloziya Ûkraynayê bû.”  

El-Ereb: Siyasetmedarên Lubnanî li hember hemleya Hizbillahê li dijî El-Herîrî sekînin

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Lubnanê de wiha got: “Fermandar, kesayet, şepêlên siyasî yên Lubnanî êrîşa ku li ser aliyên bi ser Hizbullahê ve li dijî serokê bi avakirina hikumeta Lubnanê hatiye erkdarkirin Saed El-Herîrî şermezar kir. Armanca êrîşan ew e ku zextê lê bikin da ku hikumet li gorî pîvanên Hizbullahê be û serokê wê ava bike. 

(ekîb)