Riyad Ewdê: Tirkiye armanc dike herêmek tampon ava bike

Endamê Şepêla Çepger a Şoreşgerî Riyad Ewdê got Trikiye ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û dagirkirina xakên berfireh ji Sûriyê dixwaze çemberek ewlehiyê (herêmeke tampon) ava bike.

Riyad Ewdê: Tirkiye armanc dike herêmek tampon ava bike
30 mijdar, 2018   08:56

GIRÊ SPÎ

Girêdayî Danûstandina Sûrî-Sûrî ya ku li navçeya Eyn Îsayê li Bakurê Sûriyê hate lidarxistin ajansa me hevdîtinek bi endamê Şepêla Çepger a Şoreşgerî Riyad Ewdê re çêkir. Ewdê tekez kir ku Tirkiye li ser hesabê binpêkirina hurmeta dewletek din berjewendiya xwe pêk tîne û êrîşên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 'êrîşek hovane' nav kir. 

Di destpêka gotinên xwe de Ewdê destnîşan kir ku siyaseta Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tên naskirin û wiha got: "Tirkiye bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe û dagirkirina herêmên berfireh li Sûriyê dixwaze çemberek ewlehiyê (herêmeke tampon) ava bike."

Her wiha Riyad bal kişand ku çaranûsa her dagirkirinek an jî destwerdanek li dijî xaka dewletek din, têkçûn e.

Di berdewama gotinên xwe de Riyad tekez kir ku siyaseta Tirkiyê wê li hikumeta Tirk û heta gelê Tirkiyê bi awayekî neyînî vegere û got: "Ev zêdegaviyên Tirkiyê wê bi awayekî neyînî li aborî û gel wê vegere."

Têkildarî piştgiriya Tirkiyê ji DAIŞ'ê re Riyad diyar kir ku Tirkiye DAIŞ'ê weke kaxizê lîskê ji bo pêkanîna pilanên xwe li herêmê bikar tîne, ev jî siyaseta dewletên zordest in.

Di dawiyê de endamê Şepêla Çepger a Şoreşgerî Riya Ewdê destnîşan kir ku çaranûsa her dewletek ku mafên dewletekî din binpê dike û sûcan lê pêk tîne, têkçûn e û tu têkiliya wê bi mirovahiyê re tune ye.

(şx)

ANHA