Rastiya kiryarên dagirkeran li Efrînê li ser zimanê welatiyekî

Şêniyên Efrînê ku bi îdiayên Tirkiyê hatine xapandin û vegerîne Efrînê, niha ji ber binpêkirinên dagirkeran carek din ji Efrînê direvin û xwe dighînin herêmên ewle yên Kantona Şehbayê. Welatiyek ji Efrînê ku nexwest navê xwe eşkere bike jiyana şêniyên Efrînê di bin banê dagirkeran de bi 'Dojehê' nav kir.

Rastiya kiryarên dagirkeran li Efrînê li ser zimanê welatiyekî
30 mijdar, 2018   08:42

EFRÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 18'ê Adarê kantona Efrînê dagir kirin û di encamê de bi sed hezaran şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê. Niha Efrîn serdemek a herî dijwar di dîrokê de dijî.

Gelek welatiyên Efrînê ku bi îdiayên Tirkiyê ku Efrîn aram e hatin xapandin û vegerîn Efînê.

Yek ji wan şêniyan welatiyek ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku ew kete xefika Tirkiyê û bi îdiayên Tirkiyê ku wê dîwarek ciyawaz di navbera her du kantonên Şehbayê û Efrînê de ava bike hate xapandin û vegerî Efrînê.

Welatî tenê bi hevokekê rastiya jiyana şêniyên Efrînê di bin banê Tirkiyê û çeteyên wê de pênase kir û got: "Jiyana sivîlan veguheriye dojehê." 

Welatî rêwîtiya vegera Efrînê û ji nûve derketina wî ji kantonê ji ajansa me re vegot. Welatî diyar kir ku dema ew vegeriye Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yekser ew revandine û çavgirêdayî birine cihekî ne diyar.

Di berdewama vegotina xwe de welatî destnîşan kir ku dagirkeran ew bi awayekî hovane êşkence kirine. Tevî rewşa madî ya dijwar lê dagirkeran 10 hezar dolar yanî 5 milyon lîreyên Sûriyê weke fîdya ji malbata wî xwestine.

Girêdayî şêwazên êşkencekirinê welatî wiha got: "Çav û destên min girêdan û ez bi dar xistim û bi amûrekî ku navê 'Bilanko' lê dikin min êşkence kirin. Dagirkeran kesên ku revandine bi destên wan bi benekê ve di navîna odeyê de dadiliqînin û bi têlê kehrebeyê yan jî bi çûyekî lê didin."

Her wiha welatî destnîşan kir ku carekê ji ber lêdan û êşkenceya zêde bena ku pê hatibû daliqandin qut bû û li erdê dikeve û laşê wê parçe dibe û wiha domand:"Tevî wê jî li min dan, serê min şikandin û bi kêrê destê min birîn kirin û gotin, da ku tu me ji bîr nekî me te nîşan kir." Di bûyerek din de welatî diyar kir ku dagirkeran welatiyek bi navê Şahîn di bin êşkencekirinê de kuştine.

Piştî ku çeteyan ew serbest berdane, carek din bi 17 kesan re ji şêniyên navçeya Şiyê tê girtin. Welatî wiha got: "Ez birim gundê Qermitliq ê navçeya Cindirêsê û carek din 10 hezar dolar fîdya ji min xwestin. Min got ev pere li gel min tune ye tenê erebeyek min a ku xirab bûye  heye. Çeteyan hema erebeya min talan kirin û ez berdam."

Di berdewam gotinên xwe de welatî diyar kir ku du çeteyên bi navên Ebû Emşa El-Sêf û Ebû Hisên lêpirsîn jê kirine.

Girêdayî bûyerên ku welatî bûye şahidê wan, welatî wiha got: "Dagirkeran welatiyê bi navê Ehmed Şêxo yê ji navçeya Şiyê di bin êşkenceyê de kuştin. Piştî ku malbata wî cenazeya Ehmed Şêxo  wergirtin ev bûyer rastî nerazîbûnên şêniyên navçeyê hat û şêniyan xwestin meşekê lidar bixin. Lê hêzên artêşa Tirk a dagirker merasîma oxirkirinê dorpêç kirin."

Her wiha welatî destnîşan kir ku dagirkeran di bin konê sersaxiyê de amade bûn da ku wêne yan jî vîdyo neyin kişandin û got: "Dagirkeran zext li malbatê kirin ku li ser kamîreyên wan biaxivin û bêjin ku Ehmed Şêxo ji ber nexweşiya miriye ne di bin êşkenceyê de."

Di bûyerek din de welatî diyar kir ku dagirkeran jinên malbata Xilî li navçeya Şiyê revandine û piştî çend rojan ji êşkencekirinê ew berdane.

Di dawiya gotinên xwe de welatî destnîşan kir ku sivîlên Efrînê û bi taybet mêr û ciwan di nav xof û tires de dijîn û got: "Di êvaran de min li gel mêran li çolê xew dikir da ku em neyin revandin. Ez demekê wisa mam heta ku ez ji Efrînê derketim û min xwe gihand deverên aram."

(şx)

ANHA