Berwarî: Parastina baregehên Tirkan tu feydeyê nade PDK’ê

Endamê KNK’ê Kamûran Berwarî diyar kir ku li başûrê Kurdistanê baregehên dewleta Tirk di bin çavdêriya pêşmergeyên PDK’ê de tên avakirin û pêşmerge parastina baregehan dikin. Ew nêzîkatiya PDK’ê çarenûsa pêşaroja gelê Kurd û Kurdistanê dixê bin metirsiyê û PDK ji van nêzîkatiyên xwe tu berjewendiyê bi dest naxe.

Berwarî: Parastina baregehên Tirkan tu feydeyê nade PDK’ê
30 mijdar, 2018   06:23

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kamûran Berwarî tekildarî mijarên lidarxistina kongreya neteweyî, êrîşên li ser Kurdistanê û bêdengiya hêzên navneteweyî ji êrîşan re, ji ajasa me re axivî û wiha got: “Li başûrê Kurdistanê baregehên dewleta Tirk a dagirker di bin çavdêriya pêşmergeyên PDK’ê de tên lêkirin û baregehên leşkerên Tirk peşmerge diparêzin.”

Kamûran Berwarî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ev tişt anî ziman: “Ji sala 1991’an heya niha dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên navneteweyî û exlaqê jiyanê binpê dike. Armanca wan êrîşan jî deskeftiyên gelê Kurd in û xurtkirina bingehên dagirkeriyê ye. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî hebûna Kurd û Kurdistanê ye.”

‘Hikumeta Iraqê ji qetilkirina sivîlan berpirsyar e’

Berwari diyar kir ku bicihbûna leşkerên artêşa dewleta Tirk li axa başûrê Kurdistanê, derveyî vîna gelê herêmê ye û li ser daxwaza desthilatdariya hikumeta Iraqê ye. Berwarî wiha dewam kir: “Hikumet û parlamentoya Iraqê ji sivîlên ku di heremê de hatine qetilkirin, berpirsyar in. Bêdengiya hikumeta Iraqê ji qetilkirin û talankirina xwezayê re, razîbûna wan nîşan dide. Ew bêdengi jî metirsiyar e ku ew talaneke neteweyî, mirovî û niştîmanî ye.”

Berwarî wiha axivî: “Li başûrê Kurdistanê baregehên dewleta Tirk a dagirker di bin çavdêriya peşmergeyên PDK’ê de tên lêkirin û baregehên leşkerên Tirk peşmerge diparêzin. Ew nêzîkatiya PDK’ê jî çarenûsa pêşeroja ya Kurd û Kurdistanê li ser asta Rojhilata Navîn dixe metirsiyê û PDK dê ji wan nêzîkatiyên xwe tu berjewendiyan bi dest nexe.”

Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk dijberiya gelê Kurd û Kurdistanê dike û wiha got: “Dijminatiya dewleta Tirk peywendiya xwe li gel PKK’ê tune ye. Ew hinceta dewleta Tirk a dagirker e ku niha jî li ser dagirkeriya axa başûrê Kurdistanê dibêjin PKK li wir bi cih bûye, lê ev yek ji rastiyê dûr e. Ew hincet Ji bo xapandina gel û danîna zemîna dagirkeriya dewleta Tirk ji axa başûrê Kurdistanê re ye.”

‘DIvê Amerîka destê dijminên Kurd xurt neke’

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kamûran Berwarî tekildarî mijara daxuyaniya Amerîkayê ya têkildarî her sê şoreşgerên Kurd jî ev tişt got: “Daxuyaniya Amerîkayê tekildarî her sê şoreşgerên Kurd, biryarake bêwate ye û xizmeta Amerîkayê nake. Her wiha zemîna xweşkirina mezinbûyîn û berfirehkirina hêzên terorîst e. Armanc jî girtina hebûna Kurdên azad, xwedî felsefe û bîrdozî ji bo tunekirina vîna gelê Kurd e. Gelê Kurd û Kurdistanê ji wê biryara Amerîkayê re nêrazîbûna xwe diyar dike. Dewleta Tirk a dagirker êrîşî her çar parçeyên Kurdistanê dike. Erka Amerîkayê ye ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bisekine û helwesta xwe nîşan bike. Gelê Kurd li dijî bindestiya xwe tê dikoşê. Divê Amerîka jî destekê bide gelê Kurd û destê dijmin xurt neke.”

Her wiha Berwarî girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê jî bîr xist û wiha pê de çû: “Lidarxistina kongreya kurdistanî ji bo sekinandina êrîşan girîng e. Nexşeya rê ji bo pirsgirêkên siyasî, aborî, perwerdeyî, bazirganî, leşkerî, dîplomatîk û îdarî deynin.”

‘Partiyên tev li kongreya neteweyî nabin, armancên şexsî dipejirînin’

Berwarî diyar kir ku partiyên siyasî ji bo kongreya neteweyî ya Kurdistanê ji ber berjewendiyan nabin yek û wiha got: “Hin ji wan partiyan berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker bi cih tînin ku mîna dikan û supermarketan in.  Partiyên ku naxwazin di kongreya neteweyî de bi cih bibin armancên şexsî dipejirînin û ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistanê tev nagerin. Ew nêzîkatî jî dibe sedem ku amûrek bide dijminên gelê Kurd û deskeftiyên gelê Kurd werin dagirkirin. Em bang li wan hêzan dikin ku dev ji wan siyasetên xwe yên qirêjî berdin. Ji ber ku ew siyaset xizmetî siyaseta dagirkeran dike.”  

‘Dîroka îxaneta li dijî vîna gelê Kurd efû nake’

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kamûran Berwarî di dawiya nirxadina xwe de destnîşan kir ku hêzên navneteweyî li dijî dagirkeriya Kurdistanê bê deng in û wiha dewam kir: “Gelê Kurd ji xwe bawer tê dikoşê. Her dem dewletên navneteweyî ji komkujiyên ser gelê Kurd re bê deng mane û niha jî bêdengiya xwe diparêzin. Ew bêdengiya dewletan, bêwijdaniya wan diyar dike.  Gelê Kurdistanê rê nade siyaseta dijberiya Kurd bi ser bikeve. Bêguman kesên ku îxanetê li vîna gelê Kurd dikin, wê dîrok wan efû neke. Divê hêzên navneteweyî li dijî dijminên gelê Kurd derkevin û ji êrîşên ser Kurdistanê re bê deng nemînin.”

ANHA