Encamnameya Danûstandinên Sûrî-Sûrî hate eşkerekirin

Xebatên Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Encamnameya Danûstandinên Sûrî-Sûrî hate eşkerekirin
29 mijdar, 2018   21:00

EYN ÎSA

Danûstandinên Sûrî- Sûrî ku bi pêşengtiya MSD‘ê li navçeya Eyn Îsayê hatibû li darxistin bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname ji aliyê nivîskar û siyasetmendarê Sûriyê û endamê Şepêla Çepger a Şoreşgerî li Sûriyê Xiyas Neyîsê ve hate xwendin.

Encamname danûstandinan ku du rojan dewam kir wiha ye:

"Li ser vexwendina Meclisa Sûriyeya Demokratîk hejmarek hêzên opozisyona Sûriyê ya niştimanî ya laik a Demoktarîk, partî, kesayetên serbixwe û çalakvanên civaka sivîl roja 28/29‘ê Mijdara 2018‘an li bajaroka Eyn Îsayê li hev kom bûn. Danûstandin bi dirûşmeyea "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" lidar ket, ev danûstandina duyemîn e ku ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk ve tê lidarxistin e.

Beşdaran dozên cewherî girêdayî pêşeroja gelê Sûriyê, mijara mirovahî ji gelek aliyan ve gotûbêj kirin. Mijarên ku hatin nîqaşkirin: Di aloziya Sûriyê de pirsgirêka mirovahiyê, şeklê hikumetê di pergala nenavendî û demokratîk de, modêla Rêveberiya Xweser, mijara aborî û şeklê wê ya herî guncev ji bo Sûriye pêşrojê, destûra Sûriyê û rêgezên wê yên sereke, doza jinê û rola wê di çareseriyê û aramiya Sûriyê de û makenîzmeyên avakirina yekîtiya opozisyona demokratîk a laik.

Beşdaran teqez kirin û çareseriya siyasî rêya herî dirust e ku hemû pêkhateyên Sûriyê bêyî cûdabûn di komîteya destûrî û xebatên siyasî mîsoger dike. Her wiha teqezî li ser têkoşîna li hemberî desthilatdariyê û hemû cûreyên tundiyê û girîngiya derxistina hêzên dagirker ji Sûriyê kirin.

Beşdarên danûstandinan teqez dikin ku gelê Sûriyê xwedî îradeyeke serbixwe ye û mafê wê ye ku ew çarenûsa xwe diyar bike. Her wiha bang li rêxistinên navdewletî û saziyên hiqûqî, di serî de Neteweyên Yekbûyî dikin ku erka xwe bi cih bîne û dawî li aloziya Sûriyê werîne û aştiyê pêk bînin.

Beşdaran banga avakirina komîteyeke şopandinê kirin. Erka komîteya şopandinê hevdîtinên Sûrî-Sûrî bidomînîn, da ku kongreyeke Sûrî berfireh were lidarxistin û mijarên civînên demên pêş diyar bike, di heman demê de pêşniyar hate kirin ku danûstaninên demên pêş pêşketîtir be û mijara destûrî û mekanîzmeya veguhertina demokratîk, her wiha mijara dagirkeran û hebûna leşkerên biyanî werin nîqaşkirin.

Beşdaran teqezî li ser berdewama şerê li hemberî terorê kirin.

Ji bo lihevkirinên bi encam, beşdaran banga diyalogên cidî li nûnerên desthilatdariyê û opozisyonê û civaka kirin.

ANHA