2.Kongreya PYD‘ê bi biryaran û hilbijartina rêveberan bi dawî bû

Duyemîn kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê Helebê bi hilbijartina rêveberan û biryaran bi dawî bû.

29 mijdar, 2018   20:09

HELEB

Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê Helebê bi dirûşmeya "Bi rêveberî û rêxsitinbûyînê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nemerkezî û demokratîk ava bikin" bi beşdarbûna 260 delegeyan duyemîn kongreya xwe vê sibehê dabû destpêkirin.

Axaftina destpêkê ya kongrê ji aliyê endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk Menal Mihemed ve hate kirin.

Menal Mihemed kongrê li şêniyên Helebê pîroz kir û şehîdî Şîlan Kobanê û hevalên wî bi bîr anîn.

Menal Mihemed di axaftina xwe de rola partiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir û ev tişt anî ziman: "Wekî partî ji bo azadiyê û ewlehiya gel me kerwanên şehîdan dane, destê me ji her kesî re vekiye, armanca me çareserkirina aloziya Sûriyê û parastina yekitiya xaka Sûriyê ye."

Di kongrê de peyamên pîrozbahiya kongrê hatin xwendin.

Piştî hilbijartina endamên dîwana kongrê ku ji 5 endaman pêk hat, rapora siyasî û rêxistinê ya partiyê hate xwendin.

Paşê der barê rewşa siyasî û rêxistinî de nîqaş ji hêla beşaran ve hatin kirin.

Kongre derxistina biryaran bi dawî bû. Ji wan:

-Pêngavaên rêxistinî dê  berdewam birin, armanca me ya sereke rizgarkirina Efrînê û rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

-Ji bo xurtkirina rola partiyê di saziyan de û pêşxistina xebatên buroyên partiyê xebat dê were meşandin.

- Asta îdeolojî li gel kadoriyên partiyê û rola jin û ciwana di partiyê de dê were pêşxistin.

-Xebatên ragihandinê di her aliyan de dê werin pêşxistina û têkilî bi hemû partiyan re werin xurtkirin.

-Parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xurtkirina hêzên parastina gel.

-Bi hevkariya rewşenbîr û saziyên din pirtûkxaneyeke pirtûkên Ocalan were avakirin.

Di kongrê hilbijatin pêk hatin di 10 rêveberên buroya partiyê ya Helebê hatin hilbijartin. Paşê rêveberên nû  sûnd xwarin.

Kongrê bi dirûşmeyan bi dawî bû.