‘Ji roja ku PYD hate avakirin ve, rastî komployan tê’

Nûnerê PYD`ê yê başûrê Kurdistanê diyar kir ku ji destpêka ku PYD hate avakirin ve rastî komployan hat da ku fikrên azadî û demokrasiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav nebin.

‘Ji roja ku PYD hate avakirin ve, rastî komployan tê’
‘Ji roja ku PYD hate avakirin ve, rastî komployan tê’
‘Ji roja ku PYD hate avakirin ve, rastî komployan tê’
‘Ji roja ku PYD hate avakirin ve, rastî komployan tê’
‘Ji roja ku PYD hate avakirin ve, rastî komployan tê’
29 mijdar, 2018   13:22

QAMIŞLO

PYD`ê li navçeya Tirbespiyê bi civînekê têkoşer Şîlan û her 4 hevrêyên wê yên damezirînerên PYD`ê, bi bîr anîn. Civîn li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a navçeyê hate lidarxistin. Bi dehan pêkhateyên navçeyê û endamên partiyan tev li civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji rêveberên PYD`ê li navçeya Tirbespiyê Dîrok Mele Beşîr bixêrhatine beşdaran kir û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên tevgera azadiyê bin.

Di civînê de nûnerê PYD`ê yê başûrê Kurdistanê Silêman Ereb diyar kir ku ji destpêka ku PYD hate avakirin, rastî komployan hat, ji bo fikrên azadî û demokrasiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku fikrên azadiyê nas kirine belav nebin, damezirînerên wê kirin hedef. Ji ber ku dijmin baş dizane fikrên partiyê dûrî desthilatdarî û zilmê ne û rêya rizgarkirina gelê herêmê ye.

Ereb destnîşan kir ku gelek hêz hene li ser xaka Sûriyê şer dikin, lê hêza tekane ya ku fikrên rizgarî û demokratiyê pêk tîne QSD ye û wiha pê de çû: "Tenê ji mafê QSD`ê ye ku parastina xaka Sûriyê bike. Ji ber ku ew ji zarokên herêmê hatiye avakirin û baweriya wan heye ku Sûriye ya gelê Sûriyeyê ye."

Ereb diyar kir ku gel bûye xwedî bawerî, hêz û moralên xwe ji şehîdên ku dîrokeke nû bi xwîna xwe nivîsandine digire, bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan civaka demokrat û azad ku hemû pêkhate bi azadî û aramî tê de dijîn, hate avakirin.

Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser kurtejiyana têkoşer Şîlan Kobanê û her 4 hevrêyên wê hate pêşandan.

Hêjayî bi bîrixstinê ye ku Rêvebera PYD`ê Meysa Baqî (Şîlan Kobanê), Zekeriya Îbrahîm (Zekeriya), Hikmet Tokmak (Fûad), Nebû Elî (Cemîl) û Hacî Cûma Elî (Ciwan) 29`ê Mijdara 2004`an li bajarê Mûsilê di enacama komployeke navdewletî de şehîd bûn.

(bx)

ANHA