Di Danûstandinên Sûrî-Sûrî de pêşniyarên girîng

Kesên ku tev li Danûstanên Sûrî-Sûrî bûne, di beşa duyemîn a nirxandinan der barê destûra Sûriyê ya heyî û avakirina destûreke nû de pêşniyarên xwe kirin.

Di Danûstandinên Sûrî-Sûrî de pêşniyarên girîng
29 mijdar, 2018   10:52

EYN ÎSA

Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku li navçeya Eyn Îsa tên lidarxistin, bi dirûşmeya "Danûstandin ji bo avakirin û pêşketina Sûriyê" di roja xwe ya duyemîn de didomin. Di beşa duyemîn a nirxandinan de beşdaran der barê destûra pêşerojê ya Sûriyê de pêşniyarên xwe kirin.

Pêşniyarên ku ji aliyê beşdaran ve hatine kirin, wiha ne:

- Destûreke nû ji bo Sûriyê were avakirin û mafên hemû pêkhate, ol û mezheban biparêze.

- Kesên ku xwe ji bo serokatiya Sûriyê pêşniyar bikin, ne pêwîst e misilman bin, bi tenê welatiyên Sûriyê bin. 

- Girêdayî mijara jinan, divê jin û mêr wekhev bin, ji bo maf, piştgirî û pêşketina wê bê ferq û cudatî destûr werin danîn.

- Welatiyên li Sûriyê divê li gorî nasnameya xwe werin naskirin, ne li gorî hemwelatîbûna erebî.

- Navê Komara Erebî El-Sûriye, bibe Komara El-Sûriye.

- Şeklê destûra Sûriyê bi erêkirina gelê Sûriyê çêbe û destwerdanên ji projeyên derve ku dewletên derve pêşniyar dikin, çênabe. Şeklê destûra Sûriyê divê li gorî daxwazên gelê Sûriyê be.

- Destûra heyî li Sûriyê parastina desthilatdariya heyî (desthilatdariya Baasê) dike, ew mafê gelê Sûriyê naparêze.

- Hemû zimanên pêkhateyên Sûriyeyê wek zimanên sereke bên qebûlkirin.

Danûstandinên Sûrî-Sûrî dewam dikin. Tê payîn ku beşa duyemîn a roja duyemîn a Danûstandinên Sûrî-Sûrî dest pê bike.

(jo-bx)

ANHA