Kehrebe ji nû ve gihaşt ji sedî 80 gundên rojhilatê Reqayê

Kehrebe ji sedî 80 gihaşt herêma El-Keramê, Saziya Kehrebeyê bigihîne hemû mal, gund û bajarokan.

Kehrebe ji nû ve gihaşt ji sedî 80 gundên rojhilatê Reqayê
Kehrebe ji nû ve gihaşt ji sedî 80 gundên rojhilatê Reqayê
Kehrebe ji nû ve gihaşt ji sedî 80 gundên rojhilatê Reqayê
Kehrebe ji nû ve gihaşt ji sedî 80 gundên rojhilatê Reqayê
29 mijdar, 2018   10:27

EHMED EL-ESAF / REQA

Piştî bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk dest bi vekirina saziyên xizmetguzariyê kir ku xizmeta şêniyan dikin.

Saziya Kehrebeyê li herêma El-Keramê di dîroka meha heftan a 2018’an de hate vekirin û saziyê dest bi sererastkirina şebekeyên kehrebeyê li herêmê kir.

Saziyê dest bi sererastkirina xetên xizmetguzariyê û xetên hundirê bajarok û gundan kir, ji ber ku şebekeyên kehrebeyê li herêmê xirab bûbûn û her tişt hatibû dizîn.

Der barê mijarê de endamê rêveberiya Saziya Kehrebeyê li herêma El-Keramê Ehmed El-Ekreş destnîşan kir ku saziyê dest bi karê xwe kir ku kehrebeyê dide stasyonên ava vexwarinê û pompên avê ku xizmeta şêniyan dike. El-Ekreş wiha got: "Xeta 20 KF hate sererastkirin, hin rêxistinan 6 transên kehrebeyê dan me, me jî kehrebe li ser bajarokên El-Hemrat, El-Keramê, Reqa û Semrê û mezre û bejahiya wê belav kir. Her wiha xeta El-Mexlê ku kehrebeyê dide bajarokê El-Hûs û El-Cedîdat sererast kir. Niha kehrebe gihaştiye aliyekî bajarokê El-Cedîdat û aliyê din jî hîna tê sererastkirin."

El-Ekreş destnîşan kir ku bajarokê El-Hûs li benda sererastkirinê ye, ji ber ku 12 transên kehrebeyê hatine dizîn û xetên kehrebê gihandin ji sedî 80 ji malên şêniyên gundên rojhilatê Reqayê.

Di dawiya axaftina xwe de endamê rêveberiya Saziya Kehrebeyê li herêma El-Keramê Ehmed El-Ekreş got karê wan dê dewam bike, heta ku xetên kehrebeyê li hemû gundan û bajarokên gundên rojhilatê Reqayê bêne sererastkirin.

(jo)

ANHA