Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Tora 11'emîn a Danûstandinên Astanayê bi dawî dibe ku Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe di Sûriyê de li dar dixin. Tê gotin ku dê encamên wê kêm bin. Li aliyekî din jî Neteweyên Yekbûyî li hemberî hevalbendên xwe yên Ewropayê der barê Filistînê de şerekî dîplomatîk dike. Ûkrayna jî daxwaz ji welatên rojava dike ku sînorekî ji Rûsyayê re deynin.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
29 mijdar, 2018   10:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, behsa rewşa Sûriyê, danûstandinên Astanayê û dosyaya girtiyan kir. Her wiha dosyaya avakirina hikumeta Iraqê, aloziya Yemenê û têkiliyên Rûsya û Ûkraynayê di manşêtên hin rojnameyan de cih girt.

El-Heyat: Opozîsyona Sûriyê di tora Astanayê de ji bilî Idlibê binpêkirinên girîng kêm dike

Rojnameya El-Heyat di manşêteke xwe de der barê danûstandinên Astanayê de got "Tûra 11'emîn a Danûstandinên Astanayê bi dawî dibe, tê texmînkirin ku dê encamên wê kêm bike. Serokê Şepêla Avakirina Dewleta Sûriyê Luey Hisên di peywendiyekê de got ya girîng ji bo Rûsyayê ew e ku der barê hin dozên girêdayî çareserkirina aloziya Sûriyê de muhlet hebe heta Amerîka helwesteke diyar bide û Amerîka careke din bi hêz derbasî dosyaya Sûriyê dibe. Hisên diyar kir ku îhtîmala avakirina komîteya destûrî heya dawiya salê kêm e.

Çavkaniyekî Rûsî ku beşdarî civînên Astanayê bûbû, anî ziman ku niyeta Rûsyayê tune ye ku li hember nêzîkatiyên opozîsyonê operasyoneke leşkerî li dijî Idlibê pêk bîne û wiha got: “Em ê bi Tirkan re bixebitin da ku vê pirsgirêkê bi awayekî aştiyane çareser bikin.” Ajansa Enterfax xwe spartibû çavkaniyekî Rûsî û diyar kir ku xebatên avakirina komîteya destûrî ji her du aliyan ve bi zehmetî çêdibe, dê hewl bidin beriya dawiya salê lîsteya navên endamên komîteya destûrî amade bikin, her wiha diyar kir ku ji sedî 75 lîsteya endaman hatiye erêkirin, niha ji wan tê xwestin ku 15 an 16 bernamzetên endamtiya komîteyê ji nûnerên civaka sivîl qebûl bikin."

Şerq El-Ewsat: Neteweyên Yekbûyî ji Sûriyê dixwaze çarenûsa girtiyan diyar bike

Rojnameya Şerq El-Ewset girêdayî dosyaya kesên di girtîgehên rêjîmê de wiha got: "Lêpirsînên sûcên şer ên Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Sûriyê kir ku çarenûsa girtiyan eşkere bike û sicîlên tenduristiyê û her wiha hestiyên wan heger ku wefat kiribin an jî hatibin darvekirin, pêşkêş bike."

Nakokiyên avakirina hikumetê li Iraqê

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hevendiya Bîna ku Hadî El-Amirî serkêşiya wê dike, diyar kir ku serokwezîr Adil Ebd El-Mihdî heya vê kêliyê îsrar dike ku serokê Bloka Etaa Falih El-Feyad ji bo wezareta hundirîn hilbijêre. Di heman demê de Hevbendiya Îslah ku Muqteda El-Sedr serokê wê ye, Hevbendiya Bîna bi astengkirina avakirina hikumetê tohmetbar kir. Cîgirê serokê Bloka Saîron Bedir El-Ziyadî bi bîr xist ku avakirina wezaretan pirsgirêkeke mezin e, ne hesan e ku li ser 8 wezaretan nakokî hene û partî bernamzetên xwe diguherin, her wiha daxwaz ji Ebd El-Mihdî kir ku ji gel re ragihîne ku zext aktora bingehîn a astengbûyîna avakirina wezaretan in."

Washington: Destberdana ji Yemenê zirarê digihîne ewlehiya me ya neteweyî

Der bare rewşa Yemenê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bangewaziyên rawestandina şerê li Yemenê kir ku tê îdiakirin ku 'ewlehiya şirîkên herêmî di ber çavan re derbas bike' bi bangewaziyên ne di cih de bi nav kir û îşaret bi Erebistana Siûdiyê kir. Pompeo anî ziman ku destberdana ji Yemenê zirarê dide ewlehiya wan a neteweyî."

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Heyat nivîsek bi sernavê "Hikumeta Yemenê radestkirina rêveberiya bendera Hudeyda ji bo Neteweyên Yekbûyî red dike" weşand.

Di nivîsê de wiha hate gotin: "Fermandariya herêmê ya leşkerî ya duyemîn a Yemenê duh çarşemê erka 'Girtina Hudeyda' dest pê kir da ku li herêma rojavayê Mekla ya Hedremûtê bigire. Hikumeta Yemenê pêşniyara milîsên Hûsî ya der barê radestkirina rêveberiya bendera Hudeydayê de ji bo Neteweyên Yekbûyî red kir. "

Filistîn

Der barê rewşa Filistînê de rojnameya El-Heyat wiha got: "Projeya biryara Amerîkayê Hemasê dike hedef û Ewropayê red dikin. "Rojnameyê diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî li hemberî hevbendên xwe yên Ewropayê şerekî dîplomatîk dike ku dixwaze biryara Neteweyên Yekbûyî ku tevgera Hemas şermezar dike, pêk bîne, bêyî ku îşaret bi binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî filistiyan bike. "

Nakokiyên Rûsya û Ûkraynayê

Der barê nakokiyên Rûsya û Ûkraynayê de rojnameya El-Heyat manşete xwe wiha avêt: "Pûtîn Borshînoko bi derxistina aloziyê tawanbar dike û Ûkrayna bang li dewletên rojava dike ku sînorekî jê re deynin. "