Deriyê Murşîdpinarê rêya şerê li Sûriyê guherand

Heta niha çareyeke dawîn ji bo vî şerê li Sûriyê nehatiye dîtin ku bi dehan komên çekdar û artêşên dewletên cîhanê beşdar bûn. Şerê li Murşîdpinarê çarenûsa şer guherand û bû destpêka paşveçûna DAIŞ’ê.

Deriyê Murşîdpinarê rêya şerê li Sûriyê guherand
Deriyê Murşîdpinarê rêya şerê li Sûriyê guherand
Deriyê Murşîdpinarê rêya şerê li Sûriyê guherand
Deriyê Murşîdpinarê rêya şerê li Sûriyê guherand
29 mijdar, 2018   09:11

DICLE EHMED - ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Piştî derketina DAIŞ`ê, geşedanên lezgîn ku li Sûrî û Iraqê rû dan, tenê rewş ber bi şerekî demdirêj ve dibir, şerekî ji bo DAIŞ`ê di çarçoveya erdnîgariyê de pêwîst e, ji bo Tirkiyê di mijara tunekirina projeya rêveberiya xweser a bakurê Sûriyê pêwîst e.

Îro di ser şerê deriyê sînor ê Kobanê re 4 sal derbas bûn. Di pêvajoya şer û berxwedana Kobanê de êrîşa herî dijwar bû. Ketina deriyê sînor dihat wateya ketina bajêr, lê bajêr dawiyê DAIŞ têk bir. Şerê deriyê sînor di pêvajoya şerê Kobanê de bû qonaxeke dîrokî.

DAIŞ`ê piştî ku gelek dever ji kontrola artêşên Sûriyê û Iraqê derxistin, gelek çek û cebilxane kom kirin, tevî bi hezaran çekdarên xwe vê carê di sala 2014`an de berê xwe da Kobanê li bakurê Sûriyê, xwest bi vê êrîşê çavkaniya Şoreşa 19`ê Tîrmehê û yek ji 3 kantonên herêmên bakur dagir bikin.

Êrîş di 15`ê Îlona sala 2014`an de dest pê kir, di encama şerên dijwar de nêzî ji sedî 70 ji tevahiya bajarê Kobanê kete bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de. Şer nêzî 4 mehan dewam kir, di vê navberê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedanên bêhempa nîşan dan. Çeteyan bi alîkariya Tirkiyeyê xwest bi êrîşa li ser deriyê sînor şer bi dawî bikin, jixwe Erdogan li pêşiya alîgirên xwe digot “Kobanê ha ket, ha dikeve.”

Şerê Murşîdpinarê û planên Tirkiyeyê

Piştî ku DAIŞ`ê piraniya taxên Kobanê dagir kirin û li taxên din jî şerên dijwar diqewimîn, planeke Tirkiyeyê ya cuda hebû. Ew jî ew bû ku komeke çeteyên DAIŞ`ê bi rêya deriyê sînor ê Murşîdpinarê bixe nava axa Kobanê û bi vî awayî taxên bajêr ên mayî bixe nava çemberê.

Çeteyê DAIŞ`ê yê bi nave Isameldîn Ednan ku ji Fasê ye û ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatiye girtin, yek ji amadekarên plan û hevpeymana di navbera Tirkiye û DAIŞ`ê ya der barê êrîşa li dijî Kobanê de bû. Ednan dibêje dewleta Tirk der barê cihê çeperên şervanên YPG`ê li Kobanê bi rêya balafirên keşfê agahî digirtin û didane DAIŞ`ê.

Emîrê DAIŞ`ê amadekariya êrîşa deriyê sînor vedibêje

"Divê hûn vê mijarê zû bi dawî bikin…” Bi van gotinan serleşkerên Tirk ji DAIŞ`ê xwest ku tevahiya bajarê Kobanê dagir bikin. Çeteyê bi navê Isameldîn Ednan dibêje Tirkiyeyê wê çaxê ji Ebû Umer El-şîşanî xwestibû ku hebûna Kurdan li Kobanê bi dawî bike û êrîşî deriyê sînor bike, li gorî gotina wan "fermandarên YPG`ê li wir bi cih dibûn."

Ednan wiha pê de çû: "Serleşkerên Tirkiyeyê got em ê sînor biparêzin, em nahêlin kes nêzî sînor bibe, lê pêwîst e DAIŞ xwekujan bîne û li deriyê sînor çalakiyan bikin. Dewleta Tirk hin gundên sînor ên beramberî bajarê Kobanê vala kirin û li tevahiya herêmê jî elektrîk birî da ku DAIŞ li dijî şervanên YPG`ê êrîşan pêk bîne.”

Di vê navberê de li hemû eniyên şer ên Kobanê şerên dijwar diqewimîn, DAIŞ`ê jî xwe ji bo şerê fînalê amade dikir, ew jî şerê deriyê sînor bû ku roja 29`ê Mijdara 2014`an pêk hat.

Çeteyê bi navê Ednan axaftina xwe wiha dewam dike: "Dewleta Tirk bi şev herêmên sînor yên nêzî Kobanê keşf dikirin, xwekujên DAIŞ`ê jî bi wan re bûn. Ber destê sibê êrîş kirin, lê êrîşa wan têk çû. Jixwe sînorên nêzî Girê Spî ji bo veguhastina birîndarên DAIŞ`ê bo nexweşxaneyên Tirkiyê vekirî bûn."

Şervanek destanê vedibêje… Cara yekemîn DAIŞ şûnde vedikişe

Mehmûd Mihemed Çîçan yek ji şervanên YPG`ê ye ku di şerê deriyê sînor de cih girtiye û nehişt ku bikeve destê DAIŞ`ê. Çîçan çîroka wê rojê vedibêje.

Çîçan wiha axivî: "Bi teqandina erebeyeke BMB û 2 kesên xwekuj wan dest bi êrîşê kir, dîmenên wê nedihat naskirin, fîşek wek avê bi ser me de dihatin, diviyabû em bigihîjin deriyê sînor û parastina wê bikin, DAIŞ gihaşt derî û rewş xeternak bû."

Li deriyê sînor ku bi navê Murşîdpinar tê naskirin, noqteyên tenduristiyê ji bo dermankirina şervanan hebûn, her wiha navendên ku wan bi cih dikin, hebûn. DAIŞ`ê derî kontrol kir, dibe ku bajarê Kobanê biketa, ji ber ku tenê cihek mabû, ew jî derî bû.

Çîçan destnîşan kir ku wan dikaribû bi bombeyên destan şerê DAIŞ`ê bikira û wiha got: "Em 200 metre ketin xaka Tirkiyeyê û piştî 4 seatan ji şerê dijwar, DAIŞ neçar ma paşde vekişe, cara yekemîn bû ku tiştekî wiha dibû. DAIŞ di deriyê Murşîdpinarê de bi bin ket, piştî wê wesayîtên Tirkiyeyê cenazeyên çeteyan rakirin. Paşê bi rêya mîkrofonan xwest em ji xaka wan derkevin, lê piştî ku me dît herêm ewle bû û çete tê de neman, em derketin."

6 hezar kuştî… DAIŞ û Tirkiye di plana ser Kobanê de bi bin ketin

Hêviyên DAIŞ`ê û Tirkiyeyê di kontrolkirina derî de têk çûn. Binketinên wan roj bi roj zêde bûn û rêxistina terorîst ku piştgiriya xwe ji gelek dewletan werdigire, têk çû. Şerê Kobanê ne wek şerên din bû, DAIŞ`ê bi hezaran şervanan mezintirîn parêzgehên mîna Mûsilê kontrol kirin, her wiha Reqa, Minbic û Dêrazor jî di nav de kontrol kirin. Lê wan di şerê 4 mehan de 6 hezar kuştî di şerê Kobanê de dan, di dawiyê de hişt ku ji Kobanê derkevin û dibe yekemîn şer DAIŞ tê de bi bin dikeve.

Piştî şerê Kobanê hevsengiya şerê Sûriyê hate guhartin, DAIŞ ku dibîne xeteriyê li ser hemû cîhanê çêdike, di Bakurê Sûriyê de nefesa xwe ya dawîn dikişîne. QSD`ê dikaribû ji sedî 30 ji xaka Sûriyê ji DAIŞ`ê rizgar bike, ku niha nefesa dawîn li nêzî bajarê Bokemalê yê parêzgeha Dêrazorê li ser sînorê Sûriye û Iraqê dikişîne.

(kn-jo)

ANHA