Ji bo hevdîtina Ocalan  parêzeran cara 768'an serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo muwekîlê xwe bibînin cara 768'an serlêdan kirin.

Ji bo hevdîtina Ocalan  parêzeran cara 768'an serlêdan kirin
29 mijdar, 2018   09:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Serbay Koklu, Newroz Ûysal û Muhdî Oztuzun ji bo ku muwekîlê xwe bibînin ev cara 768'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve serlêdanên ji bo ku Ocalan bibînin 767 caran bi hincetên cuda nehatiye qebûlkirin.