Serçeteyê DAIŞ`ê yê teqemeniyan li Dîlokê ye

Hamid Ferec tekez kir ku serçeteyê berpirsê teqemeniyan di nava çeteyên DAIŞ`ê de Tamê El-Şêxawî niha li bajarê Dîlok ê bakurê Kurdistanê dimîne.

Serçeteyê DAIŞ`ê yê teqemeniyan li Dîlokê ye
29 mijdar, 2018   09:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Derket holê ku serçeteyê berpirsê teqemeniyan ê di nava çeteyên DAIŞ`ê de Tamê El-Şêxawî niha li bajarê Dîlok’ê ye.

Dewleta tirk a ku bi DAê re di roja despêkê de di nava hevkariyê de ye, serçeteyê DAÎŞ ê bi navê Tame El-Şêxawî di parêze.

Hevserokê Meclisa Zagnosaz a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Şêx Hamid Fereh dema ku bi endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Alexander Garrett re hev dîtinek çêkir de ev agahî pê re parvekir.

Di civîna endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Garrett û Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz û Rêveber di Rêveberiya Xweser a Tebqayê de, Garrett xwest agahiyan bêhtir li ser hevkariya Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞ`ê re zanibe.

Hevserokê Meclisa Zagnosaz a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Şêx Hamid Fereh di civînê de, da xuyakirin ku çavkaniyên pêbawer ji wan re teqez kirine ku serçeteyê berpirsyarê teqemeniyan ê çeteyên DAIŞ`ê Tamê El-Şêxewî, niha li bajarê Dîlok (Entab) ê bakurê Kurdistanê ye û ew ji şêniyên bajarokê Mensûra yê girêdayî Reqayê ye.

ANHA

 

ANHA