PYD`ê Têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rêvebera partiyê Şîlan Kobanê û hevalên wê yên ku di sala 2004’an di encama komployekê de li Mûsilê hatibûn qetilkirin bi civînekê bi bîr anînn.

PYD`ê Têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn
PYD`ê Têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn
PYD`ê Têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn
PYD`ê Têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn
PYD`ê Têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn
PYD`ê Têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn
PYD`ê Têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn
PYD`ê Têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn
28 mijdar, 2018   14:31

KOBANÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk rêvebera PYD’ê Meysa Baqî (Şîlan Kobanê), Zekeriya Îbrahîm (Zekeriya), Fûat (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Elî) û Ciwan (Hacî Cûma Elî) ku 29’ê Mijdara 2004’an li Mûsilê hatibûn qetilkirin, bi civînekê bi bîr anîn. Bi dehan kes beşarî civîna bîranînê bûn.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtin dest pêkir, paşê endama meclisa gîştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yûsif di der barê şehîd Şîlan û rêhevalên wê de wiha got:"Wekî vê rojê bû rêvebera me Şîlan û rêhevalên wê ji bo azadiya gelê xwe bi îxanetekê ji aliyê dijmin ve  jiyana xwe ji dest dan."

Dîlber da zanîn ku her şehadetek hevalên wan dîrokek e û bûye biryara avakirina tevgereke nû di Kurdistanê de, ji ber wê jî dijmin dixweze vî tiştî tune bike. Dîlber her wiha got: " Şehadeta Şîlan û rêhevalên wê  dirokeke bû û ev dirok gelek tişt ava kirin. Em dizanin ku her şehadetek hevalên me êşeke  mezin ava dike, lê li kelaka wê êşê destaneke nû tê xêzkirin û her li ser şopa wana berdewamkirina vê dozê  jiyan xurtir dibe û li dijî wê dijmin her tim dixwest me tune bike û nasnemeya me tune bike, lê bi saya van şehîdan me îro nasnemeya xwe wenda nekir".

Her wiha li ser navê  Meclisa Malbata Şehîdan Havîn Miho jî di biranînê de axivî û anî ziman ku mezinbûna partiyê berhemên keda şehîd Şîlan û hevalên wê ne. Havîn Miho soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Piştre dayika şehîd Şîlan Fatma Hebeş û bavê şehîd Ciwan Cûma Elî 14`emîn salvegera şehadeta şehîd Şîlan û rêhevalên wê bi bîranîn û gotin:" Em bi şehadeta şehîd Şîlan û rêhevalîn wê serbilindin in û ew şehîdana ne tenê şehîdê me ne, lê belê şehîdê hemû gelê Kurd in û hêviya me ji gelê me ew e ku xeta van lehengan berdewam bikin".

Piştî axaftinan helbesta ku şehîd ciwan bi destê xwe nivîsandi ye ji aliyê endamî meclisa gîştî ê PYD`ê Ehmed Xoca ve hate xwendin.

Civîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(sh/hh)

ANHA