Şêniyên Helebê şehîd Rêber Heleb oxir kirin

Şêniyên Heleb şervanê YPG`ê Rêber Heleb ku di encama krîza dil de şehîd bûbû, li goristana gundê Bino oxir kirin.

Şêniyên Helebê şehîd Rêber Heleb oxir kirin
Şêniyên Helebê şehîd Rêber Heleb oxir kirin
Şêniyên Helebê şehîd Rêber Heleb oxir kirin
Şêniyên Helebê şehîd Rêber Heleb oxir kirin
Şêniyên Helebê şehîd Rêber Heleb oxir kirin
Şêniyên Helebê şehîd Rêber Heleb oxir kirin
Şêniyên Helebê şehîd Rêber Heleb oxir kirin
Şêniyên Helebê şehîd Rêber Heleb oxir kirin
28 mijdar, 2018   14:17

HELEB

Bi sedan şêniyên Helebê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Saziyên Sivîl û şervanên YPG`ê û YPJ`ê canezeyê şehîd Hemîd Xelîl (Rêber Heleb) oxir kirin.

Karwanê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir a aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û ber bi gundê Bino ketin rê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Eytan Reşo sersaxî ji malbata şehîd Rêber re xwest û wiha got:"Şehîdên me rêya azadiyê ji me re ronî dikin, em wek malbatên şehîdan soz didin ku em li ser rêya şehîdan bin."

Fermandarê YPG`ê Nûrî Yekta di merasîm de axivî û got:"Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin, şehîdbûna Heqî Qerar ku bi şehîdbûna wî bû destpêka damezrandina PKK`ê, bi şehîdan dest bi şoreşa xwe kirin."

Birayê şehîd Elî Aştî teqez kir ku ew ê heta dawiyê li ser rêya şehîdan bin be û helbestek diyarî birayê xwe yê şehîd kir.

Paşê nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Melek Ibrahîm ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şervanan di nava dirûşmeyan cenazeyê li goristana gundê Bino li herêma Şiqêf spartin axê.

(jo)

ANHA