Navenda Tevgera Azadî ya Kifrî jî hat girtin

Navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya navçeya Kifrî, ji aliyê asayîşê ve hat girtin.

Navenda Tevgera Azadî ya Kifrî jî hat girtin
28 mijdar, 2018   13:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro hêzên asayîşa bajarokê Kifrî a ser bi bajarokê Kelar yê ser bi Herêma Germiyan, bi ser Navenda Tevgera Azadî ya li Kifrî de girtin û navend hat girtin.

Li ser vê yekê endamên Tevgera Azadî nexwstin navendê vala bikin, lê hêzên asayîşê zorî bi karanîn û navend dan valakirin.

Her wiha asayîş hewl dide baregehên Tevgera Azadî yên li bajarê Silêmanî û bajarokê Kelarê jî bigrin.

Di 25’ê mijdarê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyê diyar kir ku ew ê partî û rêxistinên ku fermiyeta wan nîn e, bigirin. Piştî vê daxuyaniyê di 26’ê mijdarê de hêzên Asayîşa Silêmaniyê çûn navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û pirsa “fermiyeta we heye yan na?” kirin.

Li ser vê yekê rêveberiya Tevgera Azadî di êvariya heman rojê de daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku li ser asta Iraqê fermiyeta wan heye, her wiha ji bo Herêma Kurdistanê jî gavên pêwîst avêtine, lê hikûmeta herêmê bersiva wan nedaye.

Di 27’ê mijdarê de jî, hêzên Asayîşa Silêmaniyê careke din çûn navenda Tevgera Azadî û bi hinceta “Li Herêma Kurdistanê fermiyeta we nîn e” xwestin ku navend bê girtin. Lê rêveberên Tevgerê nerazîbûn nîşan da û gotin ku fermiyeta wan heye. Her wiha gelê Silêmaniyê jî berê xwe da navendê. Li hemberî nerazîbûnan rayedarên asayîşê gotin, “pêwîste hun di nava 24 saetan de belgeyên xwe temam bikin” û ji navendê derketin.