Li Şehbayê di şewatê de 4 kes birîndar bûn

Di maleke li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê de ji ber şewateke di malekê de 3 zarok û keçeke ciwan birîndar bûn.

Li Şehbayê di şewatê de 4 kes birîndar bûn
28 mijdar, 2018   13:20

ŞEHBA

Di maleke Şehbayê de ku şêniyên Efrînê tê de diman, dema ku zarokan di hundirê malê de dilîst, sobeya male welgeriya. Ji ber wê agir bi malê ket û zarokên bi navên Buhar Bîlal (3), Selwa Bîlal (9), Elî Bîlal (3) û keça ciwan Lava Mistefa (20) birîndar bûn.

Zarok rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê.

Kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneyê diyar kir ku rewşa zarokan ne baş e.

ANHA