Îlham Ehmed mijara duyemîn a Danûstandinên Sûrî-Sûrî vekir

Nîqaşên mijara yekemîn a Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi dawî bû, seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed mijara duyemîn a danûstandinê vekir.

Îlham Ehmed mijara duyemîn a Danûstandinên Sûrî-Sûrî vekir
28 mijdar, 2018   13:31

EYN ÎSA

Danûstandinên Sûrî-Sûrî ya "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" didome. Pişt bidawîbûna mijara yekemîn, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bi axaftinê mijara duyemîn "Şiklê hikumetê di navendiya demokratîk modela Rêveberiya Xweser e" vekir.

Îlham Ehmed wiha got: "Nenavendiya demokratîk wekî têgeh ji Sûriyê derket û di encama hewcedariya civakê bi rêbazekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera dewlet wekî sîstem û civakî de derket. Armanca me ya pêşkêşkirina vê modelê wekî hêsankirina rêbazên nêzîkirina di navbera nakokiyan de û lêgerîna çareseriyê ku her kes jê razî be ye, her wiha wiha pêkanîna ewlehiyê. Nenavendîbûyîna demokratîk rêbazê pêkanîna azadiyê û mîsogeriya mafê civakê ye.

Demokrasî rengek ji rengê têkiliyên xwezayî yên civakî ye. Lê di encamên pergalên desthilatdar a navendî winda bû. Ji ber ku Sûriye yek ji herêmên Rojhilata Navîn bermahiyên civaka xwezayî bandore li ser jiyana xelkê heye. Mîna adet û çand ku dikevin xizmeta civakê û li dijî hemleyên sîstemên kapîtalîst ên li ser civakên herêmê disekine.

Bi pêşketina netewedewlet re piştî pêşketina şoreşên gelêrî li qada Ewropayê ku li Fransayê dest pê kir û sereriya tebeqeya burjuvazî li ser encamên van şoreşan, bingeha avabûna netewedewleta navendî derket ku yek sînor, yek dewlet, yek al, yek netewe wekî dirûşme esas girt, di encamên hemû destkeftiyên ketin xizmeta yek partî, an yek malbat an jî yek malikekê.

Ji bo fêmkirina nerîna dewleta navendî, divê têkiliya di navbera desthilatdarî û dewleta navendî de bê naskirin, têkiliya di navbera her duyan pir nêz e, li ku derê dewlet hebe tê wateya ku desthilatdarî jî li wir heye, desthilatdarî jî tê wateya ku hemû cih û pîvanên jiyanê û civakê ji perwerdeyê heta artêş, aborî û siyasetê bixe bin kontrola xwe. Nehêle ku gel nefesê bikişîne.

Di vir û li vê cihê cografîk ji xaka Sûriyê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, hevgirtina hemû pêkhateyên civaka Sûriyê ji bo demokrasiya Sûriyê heye û tevî saziyê wê hate ragihandin. Ev yek mînakek civaka Sûriyê ye, demokrasiya wê bi hemû alav û armancên rastiya wê dide xuyakirin, projeya nenavendiya Sûriya Demokratîk çarçoveya ku destûra demokratîk dide xuya kirin, dike ku ji nû ve Komara Sûriya Demokratîk li ser têgihîştina medenî û mekanîzmaya birêxistinkirinên nû, ava dike.

Neteweya Demokratîk yek ji girîngtir rêgezên ku Rêveberiya Xweser li ser tê ava kirin, ew rihê avakirina sîstema rêveberiyê ye, çawa em sîstema netewedewletê red dikin ji ber ku rastiya civaka Sûriyê dernaxe holê, Rêveberiya Xweser jî nikare li ser esasê niştîmanî ya olî-dînî be. Neteweya demokratîk li ser esasê hevgirtina çandan û nasnameya niştîmanî ava bûye, ew esasê sîstema Rêveberiya Xweser e. Di çanda neteweya demokratîk de nasname û çanda olên civakê înkar nake. Tersê wê ew çandan dide domandin.

Danûstanên di beşa duyemîn di nîqaşên di nava beşdaran de dewam dike.

ANHA