Kurdên li Şamê salvegera PKK`ê pîroz kirin

Bi dehan şêniyên taxên Zorava û Roknidîn, salvegera damezirandina PKK`ê li taxa Zorava ya Şamê pîroz kirin.

Kurdên li Şamê salvegera PKK`ê pîroz kirin
Kurdên li Şamê salvegera PKK`ê pîroz kirin
Kurdên li Şamê salvegera PKK`ê pîroz kirin
28 mijdar, 2018   09:44

ŞAM

Bi dehan şêniyên taxên Zorava û Roknidîn li paytexta Sûriyê Şamê, li taxa Zorava beşdarî şahiya salvegera damezirandina PKK`ê bûn.

Di şahiyê de li ser dîroka PKK`ê û her wiha rola wê di tevgera azadiya Kurdistanê ya li hemû parçeyên Kurdistanê de hate nirxandin. Axaftvanan hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan nû kirin.

Di şahiyê de Koma Şehîd Serhed govend nîşan dan û gelek helbest li ser têkoşîna azadiya Kurdistan hatin xwendin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA