Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce

Bi xuyanga xwe ya xweşik û rengînî û arambûna xwe, giravên xwezayî yên li paş bendava Firatê, li aliyê rojhilatê bendavê ava bûne, bala mirovan dikişînin. Şêniyên herêmê navê El-Hewîce li van giravan kiriye. Bi sedan şêniyên herêmê ji bo derbaskirina rojeke xweş û aram dûrî qerebelixa bajêr, berê xwe didin van giravan.

Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
Dîmenenên rengîn li ser bendava Firatê: El-Hewîce
28 mijdar, 2018   09:39

TEBQA

Piştî avakirina bendava Firatê di salên 70'yî de 4 girav çêbûn. Zeviyên wan giravan ji zeviyên herêmê yên herî biber tên hesibandin. Erdnîgariya her giravekî ji yê din cuda ye. Mirov bi rêya korîdorên çandiniyê û xedemî ku di dema avakirina bendavê de hatine çêkirin, ji her du aliyên bakur û başûr ve, dikare xwe bigihîne her du giravan.

Du giravên mayî jî tenê bi rêya birek an jî amûra ku bi navê ‘cahûf’ tê naskirin mirov dikare derbasî ser bibe.

Her 4 girav bi navê ‘El-Hewîce’ tên naskirin. Dîrokek wan a dijwar heye. Pergalên ku beriya avakirina bendavê hikma herêmê kiribûn û bi taybet dema began û axayan qadên berfireh ji giravan ên ku zeviyên biber bûn, ji bo derxistina bahis (kevir) hatin kolandin û veguherîn çiravên ku mirov nikarin lê bijîn an jî zeviyan biçînin. Ji ber wê niştecihên wan giravan neçar man koçber bibin û cihên bilind ji xwe re kirin mesken, mîna gundê El-Siwêdiya Mezin ê ku dikeve bakurê giravan. Her wiha piştî guhertina robara çem, qadên berfireh di bin avê de man. Di encamê wê de jî şênî ji deverê koçber bûn. 

Piştî avakirina bendavê û arambûna robara çem, hindek şênî li herêmê bi cih bûn û li ber beravên çemê erd bi xwe û bi alavên hêsan rast kirin û ji nû ve dest bi jiyana xwe ya xwezayî kirin. Şêniyan zevî çandin û sewal xwedî kirin.

Ev bû 40 sal û şênî li giravan dijîn

Ji bo naskirin û şopandina jiyana welatiyên giravan kameraya ajansa me di nav giravan de geriya û hevdîtin bi şêniyên giravan re çêkirin. Welatiyê bi navê Ebû Celal ji kevntirîn xelkên giravê ye û behsa dema began kir. Ebû Celal diyar kir ku axa û begên wê demê keda cotkaran dixwarin, bi taybet dema avdana zeviyan. Wê demê zevî bi rêya motorên dîzel dihatin avdan. Ji ber buhabûna wan motoran cotkaran nedikarîn motoran bikirin û neçar diman di bin destê began de bixebitin.  

Ruxmî guhertina xwezaya giravan di encama vekirina deriyên bendavê yên 8 û girtina wan de Ebû Celal tevî 30 malbatên din derketina ji giravê red dikin. Her wiha Ebû Celal behsa jiyana wan di dema DAIŞ'ê de jî kir û diyar kir ku ew dem, dema axa û began tîne bîra wî. Ebû Celal destnîşan kir ku çeteyan mîna axan keda cotkaran didizî û li hilberînên wan bac û zekat dibirîn.

Çandinî, xwedîkirina sewalan û nêçîrvanî ji girîngtirîn hîmên jiyanê li El-Hewîce ne

Zeviyên giravan bi ber in. Tevî çandina genim, ceh, baqolî û fasûlî bi çandina hemû cureyên sebzeyan ji bacanasor, xiyar, bacanên reş, îsot û hwd navdar in.

Gelek bostanên darên berhemdar ku rengê kesk dide giravan, li hemû aliyên El-Hewîce hene weke darên hinar, xox, hecîr, çeftelî û hwd.

Şêniyên El-Hewîce debara xwe di radeya yekemîn de ji çandiniyê bi rêjeya ji sedî 90 peyda dikin. Her wiha ji ber xweşikiya xuyenga giravan weke cihê seyranê û vehesînê ji şêniyan re tê hesibandin.

Li gel çandiniyê û nêçîra masiyan şêniyên El-Hewîce sewalên wekî mih, çêl û mirîşkan xwedî dikin.

Bi rêya keştiyên biçûk diçin giravên din

Erdnîgariya El-Hewîce rolekê di veguhestina şêniyan de dilîze. Ji bo veguhestina di navbera giravan de ji bilî giravên ku bi rêya korîdorên axî şênî dikarin xwe bighîninê, şênî keştiyên biçûk û ebaran bi kar tînin.

Ev şêwaza veguhestinê ronakiyek wê ya taybet û xweş heye. Ji ber ku tenê girêdayî vê herêmê ye û dîroka wê rave dike. Ev amûr ji berê ve tên bikar anîn û bi pêşketina amûrê veguhestinê re ji holê rabûne. Lê dîsa jî şêniyên giravan dest jê bernedane û bûye taybetmendiya deverê.

Şêniyên giravan malên axî ji xwe re kirine mesken

Xaniyên şêniyên giravan axî ne û banê wan bi şînatiya (El-Zel) ku li ber beravên El-Hewîce şîn dibin, radixin û pencere û deriyên xaniyan ji textan çêdikin. Bi vê yekê şêniyên El-Hewîce rêgeza xwetêrkirinê di peydakirina meskenê de û bi nirxên kêm bi cih tînin.

Ruxmî dûrbûna wê ji herêmê lê çeteyên DAIŞ'ê jiyana welatiyan tarî kiribûn. Çeteyan karkirina jinan di zeviyan de qedexe kiribûn û gelek binpêkirin der heqê wan de bi cih dianîn. Tevî wê jî çeteyan giravan wek cihê vehesînê ji xwe bi kar dianîn, bi vê yekê jiyana welatiyan xirab kiribû.

Girêdayî vê mijarê cotkerekî ji giravan bi navê Ehmed El-Şam behsa asta azarên şêniyên di dema DAIŞ'ê de kir û wê bi jiyanek ne normal wesifand. Ehmed destnîşan kir ku di nav zeviyan de tenê mêran kar dikir û ev jî ne ji xwezaya gundewar e. Rola mezin di çandinê, kolandin, çinînê û heta bikaranîna cahûfan de a jinan e.

Tevî bac û zekatên ku çeteyên DAIŞ'ê li şênityan dibirîn, çeteyan gelek amûrên ku kehrebeyê dighînin giravan talan kirin. Ji ber wê ji dema DAIŞ'ê de û heta niha kehrebe li wan giravan tune ye. Ew jî azarên şêniyan zêde dike.

Şêniyên giravan ne tenê ji destê çeteyên DAIŞ'ê azar kişandine, niha jî ji ber binpêkirinên dewleta Tirk li dijî herêmê û qutkirina ava çem ku demara jiyanê li herêmê tê hesbandin, azarên wan bi dawî nebûn. Bilindbûna asta avê û kêmbûna wê bandoreke neyînî li çandiniyê dike.

Di dawiya gotinên xwe de Ehmed El-Şam hêvî kir ku azarên wan û bi taybet pirsgirêka kehrebeyê di ber çavan re were derbaskirin. Ji ber lêçûna zêde ya gihandina kehrebeyê ta giravan zêdetirî milyonekî lîreyên Sûriyê ye ew nikarin bi tena serê xwe pirsgirêkê çareser bikin.

Piştî rizgarkirina herêmê

Li gorî gotinên niştecihên El-Hewîce piştî rizgarkirina herêmê di 10'ê Gulanê de ji hêla QSD'ê ve, jiyana xwezayî ya giravan vegerî.

Bi vê yekê êdî jin bi azadî di nav zeviyan û bostanan de digerin û dixebitin. Ne tenê cotkar û jinên El-Hewîce ji jiyanên xwe yên xwezayî hatibûn bidûrxistin, lê belê zarokan jî para xwe ji dema serweriya pergalên cuda li herêmê girt. Di dema serweriya rêjîma Sûriyê de zarok ji mafê xwendinê bi hinceta ku dever dûr e û hejmara xwendekaran kêm e tevî erdnîgariya dijwar a giravan bê par man.

Lê piştî rizgarkirinê û damezirandina Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, komîteyê dibistanek ji zarokên herêmê re vekir û niha zêdetirî 50 zarok perwerdeya xwe lê dibînin.

(şx)

ANHA