Di danûstandinên Sûrî-Sûrî de "Rewşa mirovî di aloziya Sûriyê de" hate nirxandin

Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" dest pê kir. Di beşa yekê de li ser mijara  "Rewşa mirovî di aloziya Sûriyê de" nîqaş ji aliyê kesên hazir ve hatin kirin.

Di danûstandinên Sûrî-Sûrî de "Rewşa mirovî di aloziya Sûriyê de" hate nirxandin
28 mijdar, 2018   10:21

EYN ÎSA

Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" li navçeya Eyn Îsa didome. Piştî axaftina hevserokatiya MSD`ê beşa yekemîn ji nîqaşan bi navê "Rewşa mirovahiyê di aloziya Sûriyê de" dest pê kir. Endama Federaliya Sûriyê ya mafên mirovan Dorsin Oskan rapora giştî ya destûra Sûriyê ya mafên mirovan û sûcên ku ji aliyê komên terorîst ve li ser gelê Sûriyê hatine kirin, xwend.

Oskan destnîşan kir ku bêdengiya rêxistinên navdewletî der barê kiryar û hovîtiya komên terorîst li Efrînê de û di ser de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê alîkariya wan dike û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî hêzên ku li dijî rêxistina herî mezin (DAIŞ) şer dike. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê kirin. Der heqê wan de sûc û komkujiyên mirovî pêk anîn. Ev hemû sûcên şer in. Qirkirin li wê derê pêk anî û demografyaya herêmê Efrînê guhert."

Oskan bang li hemû alî û komên li Sûriyê kir ku li gorî qanûnên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan û azadiyê tev bigerin, her wiha diyar kir ku projeya demokratîk a ku ji aliyê hemû gelê Sûriyê ve hatiye erêkirin, çareseriya herî baş ji bo aloziya Sûriyê ye û da ku gelê Sûriyê ji zehmetiyan derkevin.

Dorsin Oskan di dawiyê de got piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî Efrînê bûn aloziya Sûriyê kûrtir bû.

Civîn didome.

(bx)

ANHA