YPG’ê li Efrînê li çeteyan da

YPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan li herêma Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên bibandor li dar xistine û di encama van çalakiyan de 6 çete hatine kuştin.

YPG’ê li Efrînê li çeteyan da
28 mijdar, 2018   09:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku li kantona Efrînê  li hember artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê ji hêla YPG’ê ve 2 çalakî hatine lidarxistin û di van her du çalakiyan de 6 çete hatine kuştin. Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya pêngava dûyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê de, hêzên me li gundên navçeya Şêrawa û navenda Efrînê 2 çalakiyên cuda yên bibandor li dijî komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Der barê çalakiyan de agahiyên berfireh wiha ne;

1. Di 26’ê Mijdarê de yekîneyeke me li ser rêya di nav bera navenda Efrînê û gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa de çalakiyeke sabotajê li dijî seyareyeke leşkerî ya girêdayî çeteyên koma Firqet el-Hemze li dar xist. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hat rûxandin. Her wiha 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî bi giranî birîndar bûn.

Heman demê yekîneyek me li gundê Gobelê yê girêdayî navenda Efrînê çalakiyek li dijî seyareyeke leşkerî ya girêdayî çeteyên Cebhet el-Şamiyê li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

2. Me di daxuyaniya xwe ya 24’ê Mijdarê de ragihandibû ku yekîneyeke me li ser rêya Birc Heyderê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyeke sabotajê li dijî seyareyeke leşkerî ya girêdayî çeteyên Feylaq el-Şamê li dar xistibû û di encama çalakiyê de 2 çeteyên ku bi giranî birîndar bûbûn, mirine.”