Hevserokatiya MSD’ê: Armanca danûstandinan yekîtiya opozîsyonê ye

Hevserokatiya MSD'ê hêvî kir ku danûstandinên Sûrî-Sûrî bigihîjin encamên erênî ku ji diyalogên niştîmanî yên ji bo tevahiya Sûriyê re bibin bingeh.

Hevserokatiya MSD’ê: Armanca danûstandinan yekîtiya opozîsyonê ye
Hevserokatiya MSD’ê: Armanca danûstandinan yekîtiya opozîsyonê ye
Hevserokatiya MSD’ê: Armanca danûstandinan yekîtiya opozîsyonê ye
Hevserokatiya MSD’ê: Armanca danûstandinan yekîtiya opozîsyonê ye
Hevserokatiya MSD’ê: Armanca danûstandinan yekîtiya opozîsyonê ye
28 mijdar, 2018   08:54

GIRÊ SPÎ

Hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di danûstandinên Sûrî- Sûrî de ku bi dirûşmeya "Danûstandinên Avakar û Pêşketin" li bajarokê Eyn Îsayê tên lidarxistin, axivîn.

Axaftina hevserokên MSD'ê Emîna Umer û Riyad Derar wiha ye:

"Hevdîtina yekemîn a Sûrî-Sûrî armanca xwe ew bû ku bigihîjin projeyeke niştîmanî ber bi çareseriya aştiyane ve bi rêya lihevkirinên siyasî ku herêmê bigihîne çareseriyeke ji bo avakirina dewleke nû. Gelê Sûriyê bi pirrengiya çandî sînyalekê dide ku da bibe çavkaniyek ji hemû desthilatdaran, bi sîstema nû hemû krîzên li ser xaka Sûriyê hatine ferzkirin, çareser dibin.

Di encama hevdîtinên yekemîn de banga yekitiya gelan û qewitandina dagirkeran, paşê çareseriya siyasî ku wek çareseriya herî guncaw  ji pirsgira Sûriyeyê re tê dîtin, her wiha banga rêgirtina li ber rijandina xwînê dike. Nîqaşên rûniştina yekemîn a bi navnîşana  hevdîtin û avakar di nava atmosfereke demokratîk de, astmosfera rizgarkirina ji DAIŞ'ê û azadiyê û rexne û pêşniyaran bi rê ve çû.

Îro jî em li hev kom bûne ta ku bigihîjin yek dengê ji bo opozîsyonê û xebatê parve bikin da ku bigihîjin armaca giştî ya kongreya neteweyî ya giştî ku banga xilaskirina welat ji krîzê û avakirina Sûriyeke demokratîk dike. Li ser vê yekê vexwendin ji hemû aliyên siyasî, opozîsyon û komên siyasî yên li tevahî Sûriyê re hatin şandin.

Em bi hêvî ne ku ev hevdîtin bigihîjin encamên erênî da ku hevdîtinên pêş yekitiya xaka Sûriyê û qewitandina hemû hêzên dagirker, bi taybet dagirkeriya Tirkiyê."

Danûstandin bi nîqaşên li ser xala yekemîn a bi navê "Di aloziya Sûriyê de mijara mirovî" didome.

ANHA