Nesredîn Ibrahîm: Lidarxistina kongreya neteweyî pêwîstiyek e

Serokê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Nesredîn Ibrahîm  anî ziman ku lidarxistina kongreya neteweyî di vê pêvajoyê de pêwîstiyek e û bang li hêzên siyasî, rewşenbîr û saziyên ragihandinê kir ku ji bo lidarxistina kongreyê asta xebatên xwe bilind bikin û berjewendiyên gel di ser her tiştî re bigirin.

Nesredîn Ibrahîm: Lidarxistina kongreya neteweyî pêwîstiyek e
28 mijdar, 2018   08:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Nesredîn Ibrahîm di hevpeyvîneke xwe de li gel ajansa ma ANHA‘yê têkildarî daxwazên gelê Kurd ên yekitiyê got gelê Kurd û herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe, her çar parçeyên Kurdistanê rastî êrîşên leşkerî û siyasî tên, bi taybet li parêzgeha Kerkûk li başûrê Kurdistanê û kantona Efrînê li Rojava. Di serî de AKP û serokê wê Erdogan êrîş dikin, armanca van êrîşan têkbirina yekitiya niştîmanî ya kurdî ye.

Têkildarî girîngiya yekrêziya gelê Kurd û lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê Nesredîn Ibrahîm lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanî wek pêwîstiyekê destnîşan kir ku yekitiya gelê Kurd ava bike û hêviyên gel bi cih bîne. Nesredîn Ibrahîm wiha got: “Wek Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) em piştgiriyê didin hemû bangewaziyên lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê yên ji aliyê partiyên siyasî, komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û partiyên din ve, ji bo xurtkirina têkiliyên hemû partiyên siyasî yên kurdî li Rojava û tevahî Kurdistanê dixebitin. Em dibînin ku lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê pêwîstiyek e, ji bo vê yekê divê gavên cidî bêne avêtin da ku yekitiya xwe ava bikin û hêviyên gelê Kurd bi cih bînin."

Berjewendiyên partiyan yekitiya kurdî asteng dikin

Li ser sedemên lidarneketina kongreya neteweyî Nesredîn Ibrahîm ev tişt anî ziman: "Parçebûna Kurdistanê di nava çar dewletan de, her dewletek taybetmendiyên xwe yên siyasî cuda hene, ev yek bandoreke neyînî li ser yekbûyîna nêrînê dike. Li aliyekî din parçebûna kolana kurd û parçebûna partiyên siyasî yên kurdî, nêrîna her aliyekî siyasî di çarçoveya berjewendiyên siyasî de yên partiya xwe sînordar dibîne û berjewendiyên gel paşguh kirin. Ev hemû li pêşiya lidarxistina kongreyê dibe asteng, rexmî me dikarî di sala 2013‘an de komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya Kurdistanê ji gelek aliyên kurdî yên cuda ava bikin, lê astengî hîn hene."

Ibrahîm hin aktorên avakirina zemîna lidarxistina kongreyê destnîşan kirin û wiha pê de çû: "Yê ku serkêşiya însyatîfê dike, divê erka xwe pêk bîne, sîstem û nêrînên me çawa be divê em bi wê yekê bawer bikin ku hewcedariya her aliyekî bi yê din heye, her wiha em pê bawer bin ku hemû alî dixwazin gelê Kurd mafê xwe yê azadiyê bi dest bixe."

Erka herî mezin dikeve ser mile hêzên siyasî yên mezin

Ibrahîm berpirsyariya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê girt ser hêzên siyasî yên mezin ên Kurdistanê û wiha got: "Pêwîst e KCK, Partiya Demokratîk a Kurdistanê û Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê kongreyekê li dar bixin, yekitiya kurdî ava bikin, ji ber ku bingeha wan a gelêrî û  hêzên leşkerî yên mezin û têkiliyên berfireh hene."

Berjewendiyên gel di ser her tiştî re ne

Nesredîn Ibrahîm diyar kir ku partiya wan her tim banga civîn û diyalogan dike da ku kongre bi ser bikeve û wiha got: "Em bang li hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, saziyên ragihandinê dikin ku ji bo lidarxistina kongreyeke kurdî xebateke mezin bidin meşandin û bê şert li ser maseyên diyalogan rûnên û berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re bibînin."

ANHA