Xebatên Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê

Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo çareserkirina doz û pirsgirêkên jinan li Bakurê Sûriyê bi giştî û bi taybet li Reqa û gundewarên wê, xebatên xwe didomîne.

Xebatên Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê
Xebatên Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê
28 mijdar, 2018   08:43

RUBA EL-ELÎ / REQA

Jinên Reqayê di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê de gelek azar kişandine. Rola wan hate tepeserkirin û çeteyan bi zanabûn rola wan di civakê de tune kir. Lê piştî rizgarkirina Reqayê ji hêla QSD’ê ve, ji zêdetirî salekê ve jin ji nû ve cihê xwe di civakê de digirin, xwe bi rêxistin dikin û roleke pêşeng di hemû qadan de dilîzin.

Beriya avakirina Rêveberiya Jinan a Reqayê, Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê berpirsa jinan û birêxistinkirina wan bû û wek navgîna di navbera mala jinan û meclisan de dihat hesibandin. Lê di dema niha de hemû malên jinan û meclisên girêdayî jinan vedigerin Rêveberiya Jinan.

Komîteya Lihevanînê ya girêdayî Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêk û dozên jinên bajêr dixebite. Komîte ji 5 endamên jin ên xwedî tecrube di warê lihevanînê û dozên civakî de pêk tê.

Çareserkirina dozan li ser bingeha edaleta civakî

500 doz hatine gel Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê. Komîteyê piraniya wan dozan li gorî rêgeza edaleta civakî çareser kirine û 50 doz ji Komîteya Dadgehê re veguhestine. Piraniya dozan pirsgirêkên malbatî ne, yên ku ji ber zîhniyeta tundrew a ku çeteyên DAIŞ'ê di zîhniyeta şêniyan de çandibûn.

Têkildarî mijarê endama Komîteya Lihevanînê ya girêdayî Rêveberiya Jinan a Reqayê Buseyna Ebdo xuya kir ku komîte hewl dide pirsgirêkên jinên Reqayê li gorî rêgeza edaleta civakî û bi nêzîkirina nêrînên her du aliyan çareser bike.

Girêdayî dozên ku ji Komîteya Dadgehê re tên veguhestin Buseyna wiha got: "Hindek doz û bi taybet ên girêdayî tundiyê li dijî jinan divê ceza lê were birîn, ji ber wê ji Komîteya Dadgehê re tên veguhestin."

Di dawiyê de endama Komîteya Lihevanînê ya girêdayî Rêveberiya Jinan a Reqayê Buseyna Ebdo wiha got: "Jinên Reqayê ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê gelek azar kişandine. Ji ber wê em hewl didin bi hemû keda xwe cihê jinan di civakê de vegerînin û mafên wê di hemû waran bi dest bixin."

(şx)

ANHA