Nûnerên Opozîsyona Hundirîn: Bêyî diyalogan çareseriya Sûriyê ne pêkan e

Serokê Koma Niştîmanî ya Demokratîk a Opozîsyona Sûriyê Basil El- Kiwêfî destnîşan kir ku bêyî beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê ji diyalogan çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e. Endama Meclisa Jinên Sûriyê Înam Neyûf hêvî kir ku danûstandina Sûrî-Sûrî ji bo bilindkirina asta jinan û mîsogeriya mafên wan di destûra Sûriyê de encamên xwe dê girîng bin.

Nûnerên Opozîsyona Hundirîn: Bêyî diyalogan çareseriya Sûriyê ne pêkan e
28 mijdar, 2018   08:26

EHMED SEMÎR – COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO

Şandeyek opozîsyona hundirîn a Sûriyê serdena Buroya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê ya li bajarê Qamişlo kir. Şande ji serokê Koma Niştîmanî ya Demokratîk a Opozîsyona Sûriyê Basil El-Kiwêfî, endama Meclisa Sûriyeya Demokratîk Wîsam Osman, serokê Şepêla Niştîmanî Basil Teqyedîn, nûnera Meclisa Jinên Sûriyeyê li herêma Berava Sûriyê Înam Neyûf û endama Meclisa Jinên Sûriyê Esma Meşariqa pêk dihat.

Endamên şandeyê bi armanca ku beşdarî Danûstandina Sûrî-Sûrî bibin hatin Bakurê Sûriyê. Endamên şandeyê ji aliyê hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer ve hatin pêşwazîkirin.

Serokê Koma Niştîmanî ya Demokratîk a Opozîsyona Sûriyê Basil El-Kiwêfî û nûnera Meclisa Jinên Sûriyeyê ya herêma Berava Sûriyê Înam Neyûf sedema serdana xwe ya ji bo Buroya Têkiliyên Derve ya herêma Cizîrê ji ajansa me re nêrîna xwe ya çareserkirina aloziya Sûriyê, pêşniyarên wan ji bo danûstandinê û civînên ku li derve têne lidarxistin, parve kirin.

Basil El-Kiwêfî wiha got: "Em ji hejmarek partî û hêzên niştîmanî siyasî pêk tên, em bi hemû beşê gelê Sûriyê û hemû partî û hêzên siyasî û niştîmanî re dixebitin da ku bigyhîjin çareseriyê û nêzîkbûyeke Sûrî-Sûrî û hêvî dikin ku ev armanc pêk werin."

El-Kiwêfî destnîşan kir ku ew hatine da ku beşdarî danûstandina Sûr-Sûrî bibin û got: "Em bi wê yekê bawer in ku bêyî beşdarnebûna hemû beş û pêkhateyên Sûriyê çareserî ne pêkan e."

Girêdayî serdana wan a ji bo Buroya Têkiliyên Derve El-Kiwêfî ev tişt anî ziman: "Armanca me ya serdana Buroya Têkiliyên Derve ew e ku nêrîn û pêşniyarên guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûrî-Sûrî pêşkêş bikin. Hevdîtina me bi encam bû. Bêyî danûstandinên Sûrî-Sûrî çareseriya siyasî ne pêkan e. Çareserî encex bi destureke nû, lidarxistina civînan ji hemû pêkhateyên Sûriyê li ser xaka Sûriyê pêk were, li ser vê esasê yekitiya xaka Sûriyê mîsoger dibe û rê li ber destwerdanên derve, bi taybet Tirkiyê tê girtin."

El-Kiwêfî bal kişand ku civîna li Eyn Îsayê diyar dike ku gelê Sûriyê li ser avakirina Sûriyeke nû ku hemû pêkhateyan di nav xwe de digire, li hev kirine û wiha got: "Em hêvî dikin ku ev kombûn bibe bingeha parastina pêşeroja Sûriyê ya ku em bi çavê wê yê nû dibînin ku em hemû xwedî li hev din derkevin. Em bidin û bistînin, nêrînên hev guhdar bikin û hirmeta hev din bigirin, bila destûreke nû ji bo Sûriyê hebe ku mafê her kesî biparêze."

El-Kiwêfî der barê civînên li derveyî Sûriyê têne lidarxistin de wiha got: "Dosyaya Sûriyê bi girêk û tevlihev e, destwerdanên hêrêmî û navdewletî hene. Em dixwazin ev dosya di destê gelê Sûriyê de be û li Sûriyê were çareserkirin. Ji ber ku civînên li derve, derveyî îradeya gelê Sûriyê û biryara dawî ya dewletên garantor e."

Têkildarî mijarên ku Meclisa Jinên Sûriyê di danûstandinê de pêşkêş bikin Înam Neyûf diyar kir ku ew ê gelek mijaran der barê jinên Sûriyê pêşkêş bikin, ev mijar girêdayî maf û erkên jinan, rola jin di destur û qanûna Sûriyê de. Înam wiha got: "Em bi hêvî ne ku danûstandin  bigihîje encamên girîng têkildarî rola jinan di destûra nû ya Sûriyê de."

ANHA