ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.11.2018
28 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

- Danûstanên Sûrî- Sûrî îro bi dirûşmeya " Danûstandinên Sûrî Avakar û Pêşketin"bi beşdarbûna hejmarek siyasetmedar, çalakvan, kesayetên serbixwe û aliyên opozisyona hundir û derve li navçeya Eyn Îsayî dest pê dike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Helebê cenazeyê têkoşer Rêber Heleb ê ku di encama krîza dil de şehîd bibû oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) endama partiyê têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr tînin, merasaîmê bîranîn li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido tê lidarxistin, saete 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê salvegera 40‘î ya damezrandina PKK‘ê li hola Beylesan pîroz dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmê bîranîna şehîdan li Gorirstana Şehîd Delîl Sarûxan li dar dixe, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Artêşa Tirk a dagirker bi rêya avakirina saziyên nû (El-Emîn El-Siyasî) hewl dide revandina sivîlan li Efrînê rewa bike. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyên mirovî û xwezayî di rojên dawîn de pêk anîn û herî dawî jî zarokek qetil kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, dagirkirina Efrînê wekî berdewama komploya li dijî Ocalan pênase kirin û destnîşan kirin ku armanca tecrîdê astengkirina çareserkirina krîza Rojhilata Navîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

Endamê Congress Amerîkayê Thomas Alexander Garrett got: "Ez bi xwe tecrûbeya li bakur û rojhilatê Sûriyê gelekî baş dibînim, divê em li beramberî vê tecrubeyê bi awayekî cidî nêzîk bibin. Welatê min li hemberî binpêkirinên Tirkiyê yê li dijî mafê mirovan nerazî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Serokê Partiya Dîmokrata Kurd li Sûriyê Nesredîn Ibrahîm  bang li hêzên siyasî, rewşenbîr û saziyên ragihandinê kirin ku ji bo lidarxistina Kongreya Netewyî ya Kurdistanê xebateke mezin bidim meşandin û got, lidarxistina kongrê di vê pêvajoya heyî de pêwîstiyek e ku hêviyên gelê Kurd bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokê Koma Niştimaniya Demokratîk a Opozisyona Sûriyê Basil El-Kiwêfî destnîşan kir ku bêyî nebeşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê ji diyalogan çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e. Endama Koorînasyona Meclisa Jinên Sûriyê Înam Neyûf hêvî kir ku danûstandina Sûrî-Sûrî ji bo bilindkirina asta jinan û mîsogeriya mafê wan di destûra Sûriyê de encamên girîng bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek şêx û rûspiyên êlên bajarê Reqayê têkildarî hewldanên derxistina tevliheviyê li herêmê gotin:" 'Berxwedana me ji temenên aliyên ku li benda hilweşandina me dirêjtir e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê pirsgirêkên jinan li Bakurê Sûriyê bi giştî û bi taybet li Reqa û gundewarê çareser dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Gundê El-Hiwêce bi xwezaya xwe ya bedew û rengîn, bendavên wê yên li milê rojhilat, her wiha bê bêdengiya xwe bala mirov dikşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA