Artêşa Tirk a dagirker hewl dide revandina sivîlên Efrînê rewa bike

Artêşa Tirk a dagirker bi rêya avakirina saziyên nû (El-Emîn El-Siyasî) hewl dide revandina sivîlan li Efrînê rewa bike. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyên mirovî û xwezayî di rojên dawîn de pêk anîn û herî dawî jî zarokek qetil kir.

Artêşa Tirk a dagirker hewl dide revandina sivîlên Efrînê rewa bike
Artêşa Tirk a dagirker hewl dide revandina sivîlên Efrînê rewa bike
Artêşa Tirk a dagirker hewl dide revandina sivîlên Efrînê rewa bike
Artêşa Tirk a dagirker hewl dide revandina sivîlên Efrînê rewa bike
Artêşa Tirk a dagirker hewl dide revandina sivîlên Efrînê rewa bike
Artêşa Tirk a dagirker hewl dide revandina sivîlên Efrînê rewa bike
Artêşa Tirk a dagirker hewl dide revandina sivîlên Efrînê rewa bike
Artêşa Tirk a dagirker hewl dide revandina sivîlên Efrînê rewa bike
Artêşa Tirk a dagirker hewl dide revandina sivîlên Efrînê rewa bike
28 mijdar, 2018   06:06

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 18`ê Adara derbasbûyî kantona Efrînê dagir kir. Ji ber wê şêniyên Efrînê neçar man ku ji malên xwe derkevin û xwe li kantona Şehbayê bi cih bikin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi talankirina bajarê Efrînê kir. Ev yek bi rêya dîmen û wêneyan hate belgekirin.

Piştî ku kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kuştin, revandin, îşkencekirin û xirakirina xwezayî ji her kesî re diyar bû, niha jî hewl didin kiryar û hovîtiya xwe bi navê  El-Emîn El-Siyasî (Ewlehiya Siyasî) rewa bikin.

Ajansa me ANHA`yê der barê kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi alîkariya çavkaniyan raporek amade kir.

Di encama dizî û talankirinê de şer di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de derket

Şer û nakokiyên di navbera artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê de zêde bû. Li navenda Efrînê 17`ê Mijdarê di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer derket. Ew şer 3 rojan dewam kir. Di encama wê de bi dehan kuştî û birîndar ji her du aliyan çêbûn. Cenazeyên çeteyan çend saetan li kolanan man.

Çavkaniyan tekez kir ku şerê di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de derket sedemên wê nakokiyên li ser belavkirina mal û milkên welatiyan in ku ji aliyê çeteyan ve hatine dizîn. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya korîdora gundê Hemam ê li ser sînor diziya xwe derbasî Tirkiyeyê dike.

Her wiha li bajarê Efrînê derketina derve qedexe ye. Çetayan hemû dikanên bazirganiyê li Çerxerêya Newroz dizîne. Çavkanî tekez kir ku 160 tenekeyên zeyta zeytûnan ji yek malê hatine dizîn.

Sivîl têne revandin û çarenûsa wan ne diyar e

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bi tawanên derew mîna ku xebatên siyasî dikin, sivîlan direvînin. Herî dawî jî komeke ji çeteyan navê El-Emin El-Siyasî (Ewlehiya Siyasî) li xwe kirine.

Çavkaniyan tekez kir ku artêşa Tirk a dagirker vê yekê dike da ku revandina sivîlan rewa bike. Her wiha destnîşan kir ku piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çete pereyên zêde dixwazin, kesên girtî serbest berdide û careke din heman kesan digire da ku pereyan ji wan bixwazin.

Artêş Tirk  û çeteyên wê welatiyên bi navên Hesen Şikrî Seydo, Samî Xelîl Cimo û Eyûb Heyder Mamo yên ji gundê Îska, her wiha welatiyê bi navê Hisên Bozo (57) ku heta niha çarenûsa wî ne diyar e, Nazliye Kor Elî û Mistefa Qido yê ji gundê Tirindê, revandin. Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Reşîd Arif ê ji gundê Korka yê navçeya Mabata piştî ku hin alav ji kargeha wî ya zeytûnan hatin dizîn û welatiyê bi navê Luqman Îsmaîl ê ji gundê Memala, revandin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyê bi navê Mihemd Xelîl ê ji navçeya Şiyê piştî ku ew bi awayekî hovane îşkencekirin û li beramberî berdana wî pere jê xwestin, serbest berdan. Her wiha welatiyê bi navê Xazî El-Hiniş ê ji pêkhateyên Ereb ji navçeya Cendirêsê ye, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Welatiyê bi navê Hemo Zehnî û Şiyar Hesen ên ji gundê Biric Ebdalo, Mesûd Osman Xelo yê ji gundê Kefer Sefra ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyan ve hatin revandin û çarenûsa wan ne diyar e. Welatiyên bi navê Ebdo Xelîl Elo, Samî Xelîl Cimo û Hesen Şikrî Seydo yên ji gundê Îska û welatiyê bi navê Celîl Birîm ê ji gundê El-Xezawiyê jî hatin revandin.

Li Bilbilê zarokek hate qetilkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zarokê bi navê Hesen Xelo (15) ê ji gundê Bexçe yê navçeya Bilbilê û li taxa El-Zîdiye ya bajarê Efrînê dijî, qetil kir. Çeteyan bi ser mala malbata wî de girt û zarok qetil kir. Çavkaniyan diyar kir ku ew zarok hate qetilkirin, bêyî ku tu sedem ji bo qetilkirina wî werin diyarkirin.

Saziyên xizmetguzariyê têne talankirin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker hemû sazî û avahiyên xizmetguzariyê (saziyên kehrebê, avê û pêwendiyan) dagir kirine. Hemû alavên wan dizîne û li herêmên din ên di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker de difiroşin.

Di vê çarçoveyê de çavkanî destnîşan dikin ku toreyên telefonên erdê, kehrebeyê û navendên din li Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatine dizîn û talankirin. Ji sedî 80 ji toreyên peywendiyên telefonên erdê û kehrebeyê ji aliyê çeteyan ve hatine dizîn û firotin. Her wiha toreyên xetên kehrebeyê yên kolanên sereke yên Efrînê û navçeya Şiyê hatine dizîn. Tê zanîn ku toreyên peywendiyan beriya ku Efrîn were dagirkirin, dixebitîn.

Artêşa Tirk a dagirker 10 alavên çêkirina kehrebeyê yên navendên peywendiyan dizîne, ji wan 3 yên navenda Efrînê û 2 yên navendên peywendiyan ên navçeya Raco veguherîne baregehên leşkerî.

Şêniyên Efrînê ji berhemên zeytûnên xwe mehrûm man

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derfet nadin şêniyên Efrînê ku berhemên zeytûnên xwe berhev bikin û ji sedî 90 ji berhemên zeytûnan dizîne.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Hemam ê li ser sînor korîdorek ji bo bazirganiyê vekir, bi sedan tenekeyên zeyta zeytûnan di wê korîdorê re ber bi Tirkiyeyê ve hatin derxistin û çete nahêlin ku zeyta zeytûnan ber bi herêmên Sûriyeyê ve werin şandin.

Heta niha berhemên zeytûnan li bajarokê Meydankê yê navçeya Şera û deşta gundê Afraz ên navçeya Mabata ji aliyê çeteyan ve têne dizîn. Her wiha dagirkeran dest danî ser 15 hezar darên zeytûnan di navbera gundê Edama û Meydan Ekbes ên navçeya Raco de.

Di çarçoveya dizî û talankirinê de çeteyan kargeha guvaştina zeytûnan a welatiyê bi navê Henîf Arif ê ji gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê dagir kir û berhemên nêzî 600 darên zeytûnan ên welatiyên bi navê Hesen Hebeş Umer û Ehmed Beyrem Umer ên ji gundê Bedîna dizîn.

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê baxçeyên zeytûnan ên welatiyê bi navê Fewzî Seyo yê ji gundê Bercike dagir kir û hemû berhemên zeytûnên wê dizîn. Her wiha darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Reşîd Metîna yê ji gundê Kefer Sefra xist bin dagirkeriya xwe û hemû berhemên wê dizîn.

Li gundê Rota yê navçeya Mabata çeteyan kargeheke guvaştina zeytûnan a welatiyê bi navê Silêman Homşiye dagir kir.

Daran qut dikin û dişewitînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku Efrîn dagir kirine ve daran qut dikin û dişewitînin. Çeteyan daristana geliyê Sarsîn û geliyê Cerqa yên navçeya Raco û nîvê daristanên çiyayê Hawar; Navendên Bafiran, Keleha Hawar û Rîşa Esiye şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê darên li taxa El-Mehmûdiyê yên bajarê Efrînê 30 hektar ku ji sala 1965`an ve hatibûn çandin, daristana Cezîrê ya navenda Gola Meydankê, daristanên gundên Remedana, Tetera, Hec Hesna, Şêx Mihemed, Çolaqa yên navçeya Cindirêsê şewitandin û darên wan qut kirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku nêzî 10 hezar hektar ji eslê 32 ji daristanên sinûber li herêma Efrînê hatine qutkirin û şewitandin. Gelek çavkaniyan diyar kir ku çeteyan dara sindiyan a bi navê "Memiye Ebas" tê naskirin ku ji beriya 100 salî ve hatibû çandin û şêniyan li geliyê "Ermût" li ser rêya navçeya Raco û gundê Meydan Ekbes berê xwe didan wê derê, qut kiriye.

Li gorî agahiyan ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran darên zeytûnan û darên din li gelek deveran qut kirine û kirine êzing. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê firehiyeke mezin ji çiyayê gundên Xerabet Simaq, Gewriye, Kum Reş û Sorke yên navçeya Raco û çiyayên gundên Roa, çiyayên geliyê Cehenem, Remedana û Korda yên navçeya Mabata şewitandin.

Çeteyan dareke sindiyan ku temenê wê 100 sal e, li nêzî goristana Şêx Hemza ya di navbera gundê Elî Kara û Zaret ên navçeya Bilbilê de qut kir.

Her wiha dîmenek li ser toreyên tevna civakî hate belavkirin ku xwediyên werşeyên qutkirin û firotina daran ên bajarê Seraqib ê Idlibê diyar kir ku ew darên zeytûnan û darên din ku ji Efrînê hatine qutkirin, dikirin û dikin êzing.

Li beramberî hemû kiryar û hovîtiya dagirkeran, Dozgeriya Mafê Mirovan a Ewropayê red kir ku li giliyên şêniyên Efrînê ku ji beriya demekê hatine pêşkêşkirin, guhdar bike û got bila ji dozgeriyên dewleta Tirk a dagirker re werin şandin.

(bx)

ANHA