`Me ken li ser rûyê zarokên Efrînê çêkir`

Berpirsyarên rêzeçalakiyên Roja Zarokan a Cîhanê ku li herêmên Şehbayê hatin lidarxistin, diyar kir ku armanca wan piştgiriya zarokan e û hewl didin moralên wan baş bikin û destnîşan kir ku wan dikaribû kenê li ser rûyê zarokên Efrînê çêkin.

`Me ken li ser rûyê zarokên Efrînê çêkir`
27 mijdar, 2018   10:52

CEFER CEFO – ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Komîteya amadekar a hevpar ji Heyva Sor a Kurd, Tevgera Çand û Hunerê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, çalakiyên Roja Zarokan a Cîhanê li herêmên Şehbayê li dar xistin. Komîte ji 20`ê Mijdarê ve çalakiyan ji zarokan re di dibistanên li herêma Şehbayê de li dar dixe.

Endamê Tevgera Çand û Hunerê Demhat Xelo ji ANHA`yê re wiha got: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ji ber şerê li hemû Sûriyê, gelek zarok ji mafên xwe mehrûm bûn. Gelek zarokan jiyana xwe ji dest da û yên din ji mafên xwe mehrûm bûn, nemaze zarokên Efrînê."

Xelo wiha pê de çû: "Li herêmên Şehbayê me komîteyeke hevpar ji Heyva Sor a Kurd û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo birêxistinkirina çalakiyên Roja Zarokan a Cîhanê çêkir da ku zarok dûrî rûdanên rewşa şer bikevin."

Li aliyekî din endama Heyva Sor a Kurd Henan Mihemed jî wiha got: "Me dixwest bi rêya rêzeçalakiyan, di aliyê psîkolojîk de piştgiriya zarokên Efrînê bikin ku kuştin û talankirina li Efrînê dît û bandoreke neyînî lê kir. Her wiha armanca me ew e ku rewşa zarokên Efrînê yên li dibistanên li herêmên Şehbayê, baş bikin."

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Bêrîvan Seydo destnîşan kir ku piştî ku zarokên Efrînê vegeriyan xwendinê, wan dest bi rêzeçalakiyên Roja Zarokan a Cîhanê kir û wiha got: "Bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Tevgera Çand û Hunerê gelek şahî û çalakî ji bo zarokan hatin lidarxistin. Di 3 rojan de li gelek dibistanên Şehbayê ku bi hezaran zarok tev lê bûn, şahî hatin lidarxistin. Em gihaştin gaveke baş û me ken li ser lêvên zarokan çêkir."

(jo)

ANHA