‘Biryara hikumeta herêmê  ziyanê dide gelê Kurd û xizmeta hêzên dagirker dike’

Hevserokên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir û Mihemed Abdullah dane zanîn ku biryara hikumeta herêmê ya girtina navendên tevgera wan li ziyanê dide gelê Kurd û xizmeta hêzên dagirker dike.

‘Biryara hikumeta herêmê  ziyanê dide gelê Kurd û xizmeta hêzên dagirker dike’
27 mijdar, 2018   10:50

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Asayîşa Silêmaniyeyê danê vê sibehê dor li avahiya navenda Tevgera Azadî girtin û bi rêveberiya Tevgera Azadî re hevdîtin kirin. Hate ragihandin, asayîşê di hevdîtinê de ji rêveberiya Tevgera Azadî re gotiye, "Tevgera Azadî 4 sal in ne fermî ye, lewma em ê bigirin."

Tekildarî mijarê Hevserokên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir û Mihemed Abdullah ji ajansa me re axivin.

4 sal in hin bersiv nedane

Şîlan Şakir despêka axaftina xwe de nêzîkatiyên hikûmeta herêma derhaqî partiya Tevgera Azadî de şermezar kir û got:” Ev 4 salin ji bo fermiyata partiya me were kirin em serledan dikin lê tu bersiv naye dayîn.”

Berxwedanê wê dewam bike

Şîlan diyar kir ew ê li hemberî vê yekê liberxwe bidin û got: “Piştî berxwedana me hêzên  Asayîşa yên Silêmanî heya sibe dem dan. Destpêka xwestin ku em navenda partiya xwe vala bikin. Lê me ew nêzikatî qabûl nekir. Em di aliyên dîplomasî, siyasî hewil didin ku navendên partiyên me neyên girtin. Li dijî van biryaran û nêzîkatiyan em ê li berxwe bidin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Şîlan Şakir destnîşan kir ku ev biryar ziyanê dide hemû gelê Kurd û wiha dewam kir:”Gelê Kurd êdî ketiye nav pêvajoyek ku yekitiya xwe ava bike. Divê hêzên demokratîxwaz, azadîxwaz li dijî vê biryarê derkevin.”

‘Biryar komploya ser partiyên Kurd e’

Şîlan anî ziman ku li dijî wan biryar û nêzîkatiyên hikûmeta herêmê ew navendên partiyên xwe nagirin û got: “Mixabin ev êrîşên hikûmeta herêma derhaqî partiya me li Silêmeniyê sînordar nema. Li Kelar, Kifrî, Ranya û gelek cihên din jî ji bo ku partî werê girtin şiyarî hat kirin.  Ew biryara hikûmeta herêmê komloya li ser partiyên gelê Kurd e.”

‘Biryar ne qanûnî ye’

Her wiha Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Abdullah di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew biryara hikûmeta herêmê biryarekî bê axlaqî, nezanistî û ne qanûnî ye. Abdullah wiha got: “Biryara hatiya dayîn xizmeta gelê Kurd nake. li dijî dagirkeriya Kurdistanê pêwîstê biryarên wiha nayen dayîn, ji ber ku ew biryar dagirkeriyê xûrt dike. Her wiha li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk tu biryar nayên dayîn lê mixabin derhaqî partiyên Kurd biryar tên dayîn.”

‘Biryara hikûmeta herêmê  xizmeta dagirkeran dike’

Abdullah got:“Ji ber ku partiya me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyan lidarxist û helwestên tûnd nîşan dan, ew biryar derhaqî partiya me de hat girtin. Biryara hikûmeta herêmê xizmeta dagirkeran dike.”

Li dijî biryarê derkevin

Hevserokên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir û  Mihemed Abdullah di dawiya axaftinên xwe de bang li hemû partiyên Başûrê Kurdistan kirin  ku li dijî biryara hikûmeta herêmê helwestên xwe diyar bikin.

ANHA