Di Turnuvaya El-Selam de tîma El-Îtîhad bi ser ket

Tîma El-Îtîhad li hember tîma Feloca di Turnuveya El-Selam a Fotbolê de bi golekê bi ser ket.

Di Turnuvaya El-Selam de tîma El-Îtîhad bi ser ket
Di Turnuvaya El-Selam de tîma El-Îtîhad bi ser ket
Di Turnuvaya El-Selam de tîma El-Îtîhad bi ser ket
27 mijdar, 2018   11:20

REQA

Maça dawî ya Turnuveya El-Selam a Futbolê ku Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê li stada bajarê Reqayê li dar xistiye, bi dehan ciwan û endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a bajêr beşdar bûn.

Beşa yekem ji maçê bêyî golan derbas bû. Beşa duyemîn tîma El-Îtîhad golek anî û di dawiya maçê de tîma El-Îtîhad bi ser ket.

Komîteya Ciwan û Werzîşê li ser her du tîman diyarî pêşkêş kirin. Her wiha ji bo lîstikvanê herî baş Elî El-Setam bawername û diyarî hate dayîn.

Ebdo El-Rezaq El-Şilaş yek ji kesên ku turnuva bi rê ve bir, wiha got: "Piştî talankirina di ser bajêr re derbas bûye û qedexekirina lîstokan, îro giyanê werzîşê ji nû ve vedigere bajêr."

Turnuveya El-Selam 21`ê Cotmehê dest pê kiribû û duh bi dawî bû. Turnuva ji deh tîman pêk dihat.

(ekîb)

ANHA