Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Piştî ku Tirkiyeyê peyman bi Rûsyayê re çêkir ji bo parastina Idlibê ya di bin serweriya Cebhet El-Nusrayê de, Cebhet El-Nusra li herêmê xwe berfireh dike û liv û tevgera xwe zêde dike da ku herêmên nû kontrol bike. Îran ji bo kêmkirina bandora cezayên Amerîkayê li ser xwe, hêvî dike ku şandeya bi serokatiya PDK`ê Mesûd Barzanî rolekê der barê vê yekê de bilîze.

Mijarên rojnameyên erebî yên îro
27 mijdar, 2018   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatin çapkirin, bal kişand ser lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ya der barê Idlibê de û diyar kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra hewl didin li herêmê xwe berfireh bikin. Rojnameyan her wiha mijara şandina pisporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ji bo herêmên Helebê yên ku rastî êrîşan hatin, îşaret pê kirin. Hin rojnameyan cihekî girîng da avakirina hikumetên Lubnan û Iraqê, aloziya Yemenê û nakokiyên Rûsya û Ûkraynayê.

Malperên ser bi opozîsyonê ve, xwe spartibû çavkaniyên ''Artêşa Azad'' û diyar kir ku li herêmên rêya Şam-Helebê ya navdewletî li parêzgeha Idlibê aloziyeke leşkerî rû dide. Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusraya berê) hêza xwe li derdora bajarê Mearet El-Nûman, Daret Eza yên gundewarên rojavayê Helebê zêde kirin. Çavkanî texmîn dikin ku Heyet Tehrîr El-Şam hewl dide herêma rêya navdewletî bigire, piştî ku çavê xwe berda Mearet El-Nûman a gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê ku tekane herêmê li Otostrade de ne di bin serweriya wê de ye. Çavkaniyan diyar kir ku tevgerên Ehrar El-Şam El-Îslamiya û Nûredîn El-Zingî bersiva gava desteyê da û hêzên xwe li herêmê bi cih kirin.

Çavkaniyekî nêzî Artêşa Azad ji El-Heyat re ragihand ku deste ji destpêka peymana Soçiyê ve hewl dide herêmên xwe li Idlibê berfireh bike û herî dawî herêma Kefer Hemra ya stratejîk girt.

El-Heyat: Aloziya Lubnanê ber bi asoyan nediyar ve: El-Herîrî paşde venakişe û Hizbullah projeyeke plankirî pêk bîne da ku dest ji biryarê bernede

Der bare rewşa Lubnanê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: "Çavkaniyên pêbawer ji El-Heyatê re ragihand ku welat li pêşberî aloziyeke hikumî, siyasî vekirî ye, ji ber ku Seed El-Herîrî ku ji bo avakirina Lubnanê hatiye erkdarkirin, ji helwesta xwe ya redkirina  6 nûnerên Hizbullahê paşde venagere.

Şerq El-Ewsat: Aloziya keştiyên Ûkraynayê şerê gefan pê xist

Der barê aloziya Rûsya û Ûkraynayê de, rojameya Şeriq El-Ewsat wiha got: “Aloziya sê keştiyên Ûkraynayê ku tevî tîmên wê li Deryaya Azov ji beriya niha bi du rojan ji aliyê Rûsyayê ve, şerê gefan pê xist. Nûnera DYA`yê ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley jî tevgerên Rûsyayê bi kiryarên derveyî qanûnan bi nav kirin.”

El-Heyat: Ji bo lihevhatina Filistînê, kaxezeke Misrî ya nû ya avakirina hikumetê û pêkanîna hilbijartinan

Têkildarî rewşa Filistînê, hin rayedarên Filistînê ji rojnameya El-Heyat re ragihand ku Misr ji şandeyên Tevgera Fetih û Hemas re kaxezeke nû der barê avkirina lihevhatineke nû û bidawîkirina parçebûnê de, pêşniyar kir.  Kaxez ew e ku hikumeta niha bi hemû berpirsyariyên xwe li tevahiya Xezayê rabe.

El-Ereb: Îran Kurdistana Iraqê ji bo binpêkirina cezayên Amerîkayê bi kar tîne

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha got: “Îran hêvî dike ku şandeya rayedarekî Kurd ê Iraqî Mesûd Barzanî di kêmkirina bandora cezayên Amerîkayê li ser xwe de, kêm bike.”

El-Heyat: Elawî ji El-Heyat re got: Berdewamia destwerdana Îranê nahêle ku navberiya bi Amerîka re çêbe da ku ceza werin rakirin

Rojnameya El-Heyat wiha destnîşan kir: "Serokê berê yê hikumeta Iraqê û serokê Itîlafa Wetenî Iyad El-Elawî  ragihand ku ne pêkane hikumeta serok Adil Ebd El-Mehdî di rûniştandina perlementoyê de bi dawî bibe. El-Elawî texmîn kir ku heta heta demekê wê cihê hin wezaretan vala be. Her wiha El-Elawî der barê “helwesta hevsengî” ya têkildarî dorpêça li ser Îranê axivî û da zanîn ku mumkine ku Bexdad bibe navberiya bi Amerîkayê re, lê divê Îran êdî dest ji destwerdanên di karûbarên Iraqê de berde û bi vê yekê wê ceza li ser Îranê werin rawestandin.”

Şerq El-Ewsat: Koalîsyon hewldanên Hûsiyan ji bo astengkirina danûstanên Siwêdê rexne kir

Her wiha der barê rewşa Yemenê de, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha got: “Berdevkê koalîsyona destekdayîna El-Şeriyê Turkî El-Malkî duh, hewldanên komên El-Hûsî ji bo astengkirina danûstandinên aştiyê ku tê payîn wê meha pêş li Siwêd were lidarxistin, rexne kir.”

(ekîb)