Rêgeza wan a bingehîn parastina mirovahiyê ye

Şêniyên herêma Dêrikê tecrîd û kiryarên hikumeta AKP'ê yên girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Rêgeza wan a bingehîn parastina mirovahiyê ye
27 mijdar, 2018   07:52

ÎSAM ABDULLAH - NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Bertek û nerazîbûnên gelêrî û civakê li hemberî berdewamkirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Ji aliyê xwe ve şêniyên herêma Dêrikê bi rêya ajansa Hawarê binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li dildarên aştiyê û azadiyê kir ku ji bo rakirina tecrîdê bixebitin.

Hevserokê Meclisa herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm kiryarên dewleta Tirk der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi ferzkirina tecrîdeke giran û qedexekirina hevdîtinên wî bi parêzeran re şermezar kir. Her wiha Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê ne tenê kesayeta Ocalan dike hedef, lê belê têkbirina vîna gelan û fikra azad û mirovahiyê armanc dike.

Mihemed Ebdulrehîm wiha domand: "Hikumeta AKP'ê ji ferzkirina tecrîdê armanc dike ku li hember xeta şoreşgeran û hemû tevgerên şoreşgeriyê bisekine. Ji ber ku Ocalan di projeya neteweya demokratîk de mafên hemû pêkhate, gel û olan diparêze û banga biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera wan de dike."

Di berdewama gotinên xwe de Ebdulrehîm destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk li dijî kapîtalîzmê û berjwendiyên neteweyî yên dewletên dagirker e. Ji ber wê hikumeta AKP'ê tecrîdê li Ocalan giran dike û wiha pê de çû: "Ocalan nûnertiya çînekî nake. Lê belê nûnertiya hemû gelên ku banga azadiyê û mafên xwe dikin, dike. Ocalan li warê pêxemberan li bajarê Rihayê hatiye dinê. Ji ber wê Ocalan ji bingeha mirovahiyê ya pêxemberan di parastina mirovahiyê de û rakirina zilmê li ser gelan dest pê kir û bang li mafên hemû pêkhate û gelan dike."

Di dawiya gotinên xwe de Mihemed Ebdulrehîm tekez kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê erkek e û wiha domand: "Divê hemû welatî û dildarên aştiyê û gelên azad li hember tecrîda giran ku dewleta Tirk li ser Ocalan ferz kiriye û hevdîtinan wî bi parêzeran re qedexe kirine, bi erkên xwe rabin." 

Ji aliyê xwe ve hevseroka meclisa navçeya Dêrikê Dîlber Osman Elî xuya kir ku ferzkirina tecrîdê ji kiryarên hikumeta AKP'ê ne dûr in. Tirkiye ji tecrîdê armanc dike ku gel ji Ocalan û fikrên wî dûr bixe û projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Di dirêjahiya gotinên xwe de Dîlber ev tişt rave kir: "Gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê kêlî bi kêlî bi Ocalan re bi rêya fikr, felsefe û îdolojiya wî dijîn. Bi taybet li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gel xwe bi rêxistin kiriye û yekitiya xwe ava kiriye. Ji ber wê Tirkiye hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe û tecrîdê giran dike."

Dîlber Osman di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Bi saya fikr û felsefeya Ocalan hemû pêkhateyên herêmê di nav wekheviyê û jiyana hevbeş de dijîn, bêyî ku çînek bê dûrxistin. Ji ber wê ez bang li xwediyên fikra azad, wijdan û exlaq dikim ku bi erkên xwe yên mirovî li hember Ocalan rabin. Her wiha ez bang li rêxistinên mirovî û Dadgeha Ewropayê dikim ku li hember vê biryarê bisekinin."

(şx)

ANHA