Ji bo tenduristiyê gihayên çolê

Jinên Kobanê yên temen mezin dibêjin gihayên çolê bi piranî ji nexweşiyan re dibin derman, divê mirovên niha ji bo tenduristiya xwe gihayên çolê bixwin.

Ji bo tenduristiyê gihayên çolê
Ji bo tenduristiyê gihayên çolê
Ji bo tenduristiyê gihayên çolê
Ji bo tenduristiyê gihayên çolê
Ji bo tenduristiyê gihayên çolê
27 mijdar, 2018   07:27

HÊVÎDAR HERANÎ / KOBANÊ

Di destpêka meha Mijdarê û demsala biharê de gelek gihayên çolê ji ber baranên zêde derdikevin. Di demên berê de piraniya jinên Kobanê û yên gundewarên wê derdiketin çolan da ku gihayên çolê berhev bikin û ji bo nexweşiyan bikin derman.

Di demên berê de kal û pîr, bi hin dermanên nexweşiyan dizanibûn û hem jî hezkirina wan ji bo şînkahiyên çolê gelek bû ku xwarina wan a daîmî bû.

Piraniya gihayên ku nexweşiya mîdeyê tedawî dikin; silk, tolik, kereng, nançoçik, çaqir û pincar in. Ew cure giha, li hemû cihên çolê nayên dîtin. Tê zanîn ku gihayên dibin dermanên nexweşiyan, piraniya xwe li erdên avî derdikevin. Ev giha bi piranî li bajarê Kobanê li ser kaşê Miştenûr derdikevin.

Jinên Kobanê dibêjin ew her tim di destpêka zivistanê de, derdikevin çolê û dest bi berhevkirina gihayên çolê dikin. Gihayên ku piraniya xwe li herêmên Kobanê tên dîtin, pincar û tolik in. Der barê vê mijarê de dayika bi navê Edol Mihemed qala eleqedariya xwe ji gihayên çolê re kir.

Edol Mihemed 60 salî ye û ji bajarê Kobanê ye. Edol di destpêka ciwantiya xwe de li gundê Qeremezrê yê li başûrê kantona Kobanê dijiya. Di wê demê de li gundê Edolê gihayên xwarinê hebûn, ew jî wek jineke gundî ji gihayên çolê hez dikir û her tim li çolê bû û li gihayan digeriya.

Edol dibêje dema ew li gund bû, wê gelek ji pincaran hez dikir, rojane derdikete çolê da ku pincaran bîne û ji malbata xwe re çêke. Lê belê piştî ku Edol hate bajar bû, hîna heta niha berê xwe dide kaşê Miştenûr ji bo ku gihayan peyda bike û ji bo malbata çêbike . 

Dayika Edol dibêje sûdên gihayên çolê ji bo tenduristiyê gelek in, divê mirovên niha gihayên çolê ji bo nexweşiyan bixwin.

ANHA