Rojiya Êzidiyan dest pê kir

Roja yekemîn ji rojiya civaka Êzidî dest pê kir ku di dawiya wê de Cejna Êzî ango Cejna Rojiya Mezin tê pîrozkirin.

Rojiya Êzidiyan dest pê kir
27 mijdar, 2018   08:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 27`ê Mijdarê (îro), roja yekemîn ji rojiya Êzidiyan e.

Êzidiyên li hemû cîhanê 9 rojan di 3 hefteyan de rojiyê digirin. Her hefteyekê navekî lê dikin. Hefteya yekemîn navê wê "Xwedan" e, ya duyemîn navê wê “Rojiya Şêşims" e, di hefteya dawîn de jî nave “Êzî” lê dikin. Ev nav jî navê xwedayê Kurdên Êzidî ye. Di roja Înê ya dawî de Cejna Êzî yan ku Cejna Rojiya Mezin tê pîrozkirin.

Bi derketina rojê re di rojiyê de Êzidî xwarin û vexwarinê naxwin û li gorî dema kurmancî diçin. Cejna Êzî îsal dê 14`ê kanûnê be.

(jo) 

ANHA