Li Efrînê şer rû dide, çeteyan 9 sivîl revandin

Li navçeya Şiyê ya Efrînê çeteyên koma "Şah Silêman" û leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi hev ketin. Hate ragihand ku çeteyan ji rewşa şer sûd wergirtin û 9 sivîl revandin.

Li Efrînê şer rû dide, çeteyan 9 sivîl revandin
26 mijdar, 2018   18:32

EFRÎN

Çavkaniyekî herêmî diyar kir ku li navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê ji saet 16:00 heya niha şer rû dide.

Hê nehatiye zanîn bê ka kuştî û birîndar hene ya ne.

Her wiha hate ragihandin ku çeteyan ji rewşa şer sûd girtin û 9 sivîl revandin. Navên kesên hatine revandin nehatin zanîn.

Çavkaniyan diyar kirin ku rewşa li navçeyê tevlihev e, ji ber bûyerên revandinê şênî bi tirs in.

ANHA