Piştî girtina 3 keştiyên şer, li Ûkraynayê rêveberiya awarte

Meclisa Ewlekariya Niştîmanî û Parastinê ya Ûkraynayê îro sibehê, deng da ku rewşa rêveberiya awarte 60 rojan pêk were. Ev yek jî piştî rûdanên li deryayê Azov pêk hat.

Piştî girtina 3 keştiyên şer, li Ûkraynayê rêveberiya awarte
26 mijdar, 2018   10:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Rûsya Today ragihand ku serokê Ûkraynayê Pietro Proshenko ji qanûna zêdekirina rewşa rêveberiya awarte ku dê li parlemanê bê erêkirin, erê kir.

Serokê Ûkraynayê Pietro Proshenko got wan rêveberiya awarte ferz kiriye, ev ne tê wateya ku dê Kîev bi çalakiyên êrîşkirinê rabe, ew tedbîrên parastina welatiyan xwe digirin. Proshenko da xuyakirin ku dê qanûn pêk were, Kîev wekheviya siyasî û dîplomatîk li herêmên aloz red nake û wiha got: "Em parastina sozên navdewletî ku me dane, dikin. Di nav de Hevpeymana Minskê jî."  

Duh Rûsyayê ragihandibû ku 3 keştiyên şer ên Ûkraynayê bi awayekî neqanûnî ketin herêma Kerch û tetbîqatên xeter û tehrîkkirin li nêzî pira Qirimê pêk anîn. Ji bo wê leşkerên Rûsyayê gule lê reşandin û keştiyên Ûkraynayê girtin. 

Rûsyayê jî xwest civîneke lezgîn li Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî ji bo nîqaşkirina rewşa li deryayê Azov pêk were.

(jo)