Hikumeta Tirkiyeyê meşa jinan asteng kir

Li Ewropayê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan bi deh hezaran welatî tev li meşan bûn û çalakî li dar xistin. Lê li Stenbolê hikumeta Tirk li pêşiya meşvanan bû asteng û bombeyên gazê bi kar anîn.

Hikumeta Tirkiyeyê meşa jinan asteng kir
26 mijdar, 2018   10:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan duh gelek xwepêşandan li tevahiya cîhanê hatin lidarxistin. Li bajarê Stenbol ê Tirkiyeyê polêsên Tirk gaza îsotê bi kar anî û nehişt jin bimeşin.

Ajansa Dengê Amerîkayê ragihand ku li seranserê Ewropayê xwepêşandanên ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinan çêbûn. Di vê çarçoveyê de li Spanyayê bi deh hezaran welatî beşdarî meşê bûn.

Li Tirkiyeyê bi sedan jin li qada Tunel a Stenbolê kom bûn lê polêsan bend ji bo qedexekirina meşê danîn û gotin meş qedexe ye. Piştre bombeyên gaza îsotan bi kar anîn.

Hikumeta Tirk ji sala 2013’an ve xwepêşadanan qedexe dike û di sala 2016’an de rewşa awarte ragihand.

Li Spanyayê dadger têkildarî şîdeta fizîkî tên perwerdekirin

Li Spanyayê zêdetirî 600 dadgerên pispor ji bo şîdeta fizîkî û sererastkirina qanûnên girêdayî cînayetan tên perwerdekirin. Li Spanyayê li gorî hejmara fermî ya vê salê 44 jin hatine kuştin.

Li gorî serjimara Rêxistina Mafên Mirovan a sala 2018’an, li Tirkiyeyê 337 jin bi sedema îşkencekirin û tundiyê hatine kuştin.

 (ekîb)