Jinên Minbicê: Azadiya jinan azadiya civakê ye

Hejmarek jinên Minbicê yên ku di saziyan de dixebitin, destnîşan kir ku eger jinên Minbicê rizgar bibin, wê civak jî pê re azad bibe.

Jinên Minbicê: Azadiya jinan azadiya civakê ye
26 mijdar, 2018   10:28

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Jinên Minbicê mîna gelek jinên Sûriyê rastî tundiya civakê hatine û ji mafên xwe bê par mane. Têkildarî mijarê hejmarek jinên bajarê Minbicê ku di nav saziyan de dixebitin, ji ajansa me re tekez kir ku rizgarkirina jinan di dema niha de tê wateya azadiya civakê.

Ev gotinên jinan bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan hatin. Wateya vê rojê li gel jinên cîhanê girîng e û tê wateya bilindkirina asta têkoşînê ta bidawîkirina tundiyê û piştgiriya hewldanên jinûvevegarandina azadiya wê ya ku ji wê hatiye birin.

Beriya 25'ê Mijdarê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek çalakiyên cihereng û yên jinan li dar ketin. Piraniya wan têkildarî pênasekirina têgeha tundiya li dijî jinan, sedemên belavbûna wê, rêbazên bidawîkirinê û teşeya civakê dema ku jin azad be û rola xwe bi rêk û pêk bi cih bîne, bûn. Ev yek di heman demê de ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo vegerandina mafên xwe têdikoşin, pêk tê.

Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nezîfa Xilo wiha got: "Diyardeya tundiya li dijî jinan bi civakê re mezin dibe. Pergalên desthilatdariyê bi rêya qanûnên xwe yên riziyayî vê tundiyê li dijî jinan pêk tînin. Ev tundî ji kevn ve hebû û armanca wê tunekirina fikr û azadiya jinan e û çewisandina wê ye."

Her wiha Nezîfa destnîşan kir ku bi rêya lidarxistina panel û semîneran wê tundiyê û bandorên wê yên neyînî li ser civakê bi dawî bikin.

Di berdewama gotinên xwe de Nezîfa bal kişand ku jina Minbicê ya herî zêde rastî tundiyê hatiye û bi taybet di dema serweriya DAIŞ'ê li herêmê. Her wiha destnîşan kir ku lidarxistina semîner û panelan yek ji rêbazên bidawîkirina vê diyardeyê ye. Nezîfa piştrast kir ku bi rêya semênerên ku di van du salên dawîn de li darketina, jin tundiya ku li ser wê hatiye meşandin nas kir û bû jinek perwerdekirî.

Di dawiyê de Nezîfa Xilo hêvî kir ku civak ji diyardeya tundiya li dijî jinê xilas bibe û civak bêtir zana bibe.

Ji aliyê xwe ve berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Hena Şerîf got ji beriya 5 hezar salan ve û tundî li dijî jinê tê meşandin. Her wiha pêwîstiya perwerdekirina jinan da ku li hember hemû cureyên tundiyê bisekinin, tekez kir.

Têkildarî heman mijarê endama Navenda Lêkolînên Jinelojiyê Sedîqa Xelo diyar kir ku ew bi rêya lidarxistina semîner û forman hewl didin têgeha tundiyê û sedemên belavbûna wê ji jinan re pênase bikin.

Di dawiyê de Sedîqa destnîşan kir ku eger jin azad bibin, dê civak jî azad bibe.

(şx)

ANHA