Mijarên îro yên rojanameyên erebî

Herêma bêçek a ku di encama lihevkirina Rûsya û Tirkiyê de hatiye avakir cara yekem piştî pêkanînê rastî êrîşeke kîmyewî ji aliyê çeteyên Tirkiyê yên li Helebê ve hat, çavdêr dibînin ku rêjîmê hewl dide ji vê ferzendê qezenc bike da ku mijara Idlibê bi awayekî leşkerî bi dawî bike. Li Iraqê aloziya avakirina hikûmeta nû didome û çavê her kesî li benda civîna parlamantoyê ye. Li aliyekî din jî Yekitiya Ewopayê rûpeleke dîrokî ya têkiliyan bi Birîtanyayê tewand.

Mijarên îro yên rojanameyên erebî
26 mijdar, 2018   09:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê hatine çapkirin behsa şerê li herêma bêçek a di encamê lihevkirina Rûs û Tirkiyê de hatiye avakirin, xebatên siyasî li Iraqê û aloziya di navbera Rûsya û Ukranyayê de, her wiha têkiliyên Yekitiya Ewropa û Birîtanyayê kirin.

Şerq El-Ewset: Piştî êrîşa kîmyewî ku nayê zanînê kê pêk anîye Rûsya êrîşî «Herêma bêçek» dike

Rojnameyên erebî yên îro hatin çapkirin girêdayê Sûriya behsa gelek mijaran kirin, yek jê şerê li herêma bêçek a ku di encama lihevkirina Rûsya û Tirkiyê de hatiye avakirin kirin. Rojnameya Şerq El-Ewset di manşêtekê de ev tişt got" Duh «Herêma bêçek» a bakurê Sûriyê yekem car piştî lihevkirina Tirkiyê – Rûsiyê ji beriya mehekê ve rastî binpêkirineke leşkerî hat. Balafirên şer ên Rûsya bargeheke opozisyonê li bakurê Helebê kir hedef. Mosko ragihand ku êrîş wekî bersivdayîna topbarana beriya du rojan li dijî bajarê Helebê pêk hat ku tê tercîhkirin madeya «Klor» hatiye bikaranîn"

Di berdewama nivîsê de hate gotin" Di êrîşa kîmyewî de ya li dijî herêmên di bin serweriya rêjîmê de 100 kes birîndar bûn. Şam « Rêxistinên terorîst » bi êrîşê tewambar kir, Wezareta Derve ya Sûriyê bang li Konseya Ewlekariyê kir ku «Van sûcên terorîst bi tundî şermezar bike», li aliyekî din ku çavkaniyên opozisyona Sûriya ji «Şerq El-Ewset» re tuhmetên li dijî opozisyonê red kirin û rêxixistinên terorîst yên El-Qaîde tewambar bikin. "

El-Ereb: Êrîşa li ser Heleb xizmeta berjewendiyên El-Esed dike da ku dosyaya Idlibê bi awayekî leşkerî bi dawî bike

Girêdayî heman mijarê rojanameya El-Ereb wiha got: "Lihevkirina Rûsya û Tirkiyê li pêşberî xeteriya têkçûyînê rû bi rû maye, nemze piştî aloziya li bakurê Sûriyê û êrîşa bi  gazên kîmyewî li dijî herêmên Helebê yên di bin serweriya rêjîmê de ku di encamê de bi dehan sivîl birîndar bûn."

Di nivîsê de her wiha hate gotin: "Moskow û Şam ji binpêkirina 'Xeter' komên opozisyonê berpirsyar dît. Lê opozisyon gefa li dijî xwe red kirin. Şopdar dibînin ku êrîş dikeve berjewendiyên rêjîma Sûriyê ku lihevkirinê red dike û dixwaze mijara herêmê bi aloz bi awayekî keşkerî bi dawî bike."

Şeriq El-Ewset: Bîlançoya lehiya li Iraq derket 21 kuştiyan

Girêdayî lehiya ku li Iraqê rabibû, rojnameya Şeriq El-Ewset ragihand ku, Wezareta Tenduristiyê îro (Yekşemê) ragihand ku hejmara kesên ku di encama lehiya li hin parêzgehên Iraqê rabibû de jiyana xwe ji dest dane derket 21 û 180 birîndar."

El-Heyat: Aloziya avakirina hikûmetê didome û gefên kirîn û firotina erkan

Der barê mijara avakirina hikûmeta Iraqê de rojnameya El-Heyat di manşêteke xwe de wiha got "Çavê her kesî li rûniştina sibe ya parlamantoyê ye, ku tê payîn Serokê Hikûmetê Adil EbdulMihdî bernamzetên 8 wezaretên cihên wan valane diyar bike. Di heman demê de nakokî di navbera blokan der barê bernamzetên Parastin û Hundirîn de didomîne, ku mezintirîn bloka di parlamantoyê de «Reform û Avakirin» a Muqteda El-Sedir û bloka «Avakar » a Hadî El-Amirî li ser bi hev diçin."

El-Ereb: Lubnan di nava diyalogên nû de ye: Erka avakirina hikûmeta nû ji El-Herîrî were vekişandin

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Ereb xwe spart çavkaniyên siyasî Lubnanî nêzî Şepêla Pêşerojê diyar kir ku serokê hikûmeta erekedar Seed El-Herîrî bi desturê ve girêdayî, desthilata qanûnî nîne ku erka avakirina hikûmetê jê bigire. Çavkaniyan gotin: "Tu kes nikara El-Herîrî neçar bike ku ji vê erkê vekişîne, heger wî bi xwe lêborîn nexwest. Çavkaniyan vekişandina El-Herîrî ji vê erkê dûr xistin, rexmî astengiyên ku Hizbullah li pêşiya ragihandina hikûmetê derdixîne. "

Şeriq El-Ewset: Hadî serdana Riyadê dike da ku hevdîtinê bi Griffiths bike

Rojnameya Şerq El-West têkildarî rewşa Yemenê nûçeyek weşand û got "Çavkaniyên pê bawer ên Yemenê diyar kirin ku Serokê Yemenê Ebdrebeh Mensûr El-Hadî ku li dewletên Yekbûyî li wîlateya Ohayo tedawî dibû duh berê xwe Riyadê. Çavkaniyan ji Şeriq El-Ewsetê re ragihandin ku Hadî dê li Riyadê bi nûnerê navdewletî Matin Grffiths hevdîtinan bike da ku dema danûstandinên ku tê payîn meha li pêş li Siwêdê were lidarxistin, diyar bikin."

El-Ereb: Bankên ''Zombî' sîstema bankên Tirkiyê tehdîd dike

Rojnameya El-Ereb girêdayî rewşa aborî li Tirkiyê wiha got "Ajansa Vîtiş di raporeke xwe de diyar kir ku ji ber bilindbûna banceyan sîstema bankan li Tirkiyê ber bi têkçûyîn ê ve diçe. Ajansê li ser hesabê xwe yê Twittreê der barê gavên hikûmetê yên ji bo aloziyê rexneyên tund li Wezîrê Daravyê Beraet El-Beyreq kir."

El-Heyat: Rûsya nahêle keşteyên Ukranyayê derbasî Deryaya Azof bibe

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat wiha nivîsî" Toreya Rûsya 24 ragihand ku Moskoyê nehişt sê keşteyên girêdayî daryaya Ukranyayê ku bi derbasî Deryaya Kirîtsh bibin, ku kêşeyeke barkirî nêzî pira di din serweriya wê de bi cih kir. Rûsya 24 destnîşan kir ku Mosko piran di navberqa Deryay reş û Deryaya Azof bi temamî girt, di heman demê de balafir li ser deryayê gerandin."

Têkiliyên Yekitiya Ewopa û Birîtanyayê

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijara têkiliyên di navbera  Yekitiya Ewropa û Birîtanyayê  wiha nivîs "Yekitiya Ewropayê rûpeleke nû bi Birîtanyayê vedike û peyamana Brîkest erê dike".