Li gundewarên Dêrazorê mayînek hat bê bandorkiri

Tîmên endezyariyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li gundê Tikêhî yê girêdayî bajarokê Bisêra yê Dêrazorê mayînek bê bandor kir.

Li gundewarên Dêrazorê mayînek hat bê bandorkiri
25 mijdar, 2018   16:21

DÊRAZOR

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê xebatên xwe yên lêgerînê didomînin û dewriyeyên xwe li kolanên gundên û bajarokan zêde kirin. Tîmên endezyariyê îro li gundêT ikêhî yê girêdayî bajarokê Bisêra yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê mayînek bê bandor kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan dike ku nêzî alavên bi guman nebin û dema tiştên bi guman dîtin hêzên wan agahdar bikin.

(şx)

ANHA