Li Amûdê kargeha cil û bergên gelerî hate vekirin

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bi munasebeta 25‘ê Mijdarê kargeh û pêşangeheke cil û bergên gelerî yên hemû pêkhateyan bi navê "Lîlît" hate vekirin.

Li Amûdê kargeha cil û bergên gelerî hate vekirin
Li Amûdê kargeha cil û bergên gelerî hate vekirin
Li Amûdê kargeha cil û bergên gelerî hate vekirin
Li Amûdê kargeha cil û bergên gelerî hate vekirin
Li Amûdê kargeha cil û bergên gelerî hate vekirin
Li Amûdê kargeha cil û bergên gelerî hate vekirin
25 mijdar, 2018   16:31

QAMIŞLO

Deseya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan îro kargeh û pêşangeha cilên gelêrî bi navê "Lîlît" li navçeya Amûdê vekir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, gelek endamên saziyên sivîl ên navçeya Amûdê û bajarê Qamişlo û tevî hejmarek hiqûqnas û rewşenbîran beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî û got: "Roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan e. Lê divê em hemû rojên salên bikin roja têkoşîna li dijî tundiyê û bi taybet piştî destkeftiyên jinan li Bakurê Sûriyê."

Bêrîvan diyar kir ku tundiya li dijî jinan tundiya li dijî civakê ye û got: "Ji bo bi destxistina mafên jinan armanca me guhertina zihniyeta mêrdestiyê ye."

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Buroya Jinan a Desteya Çand û Hunerê Şukriya Hiso got: "Tevî hemû astengiyan jinan di şoreşê de cihên xwe ji nû ve vegerandin."

Paşê endama rêveber a pêşengehê û dîzayner Nûrhan Fethî Abdullah ji ajansa me re diyar kir ku armanca wan ji vekirina kargeh û pêşengehê belavkirina çanda cilên gelêrî ye û peydakirina derfetên kar ji jinên ciwan re ye.

Di kargehê de 11 jin ji saet 8:00 sibehê û heta 15:00 dixebitin.

Piştî bidawîkirina axaftinan deriyê kargehê ji hêla hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ve hate vekirin.

(şx)

ANHA