Asya Abdullah banga xurtkirina YPJ‘ê kir

Rêvebera Koordînasyona Koongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Asya Abdullah destnîşan kir ku jin di encamên hişmendiya baviksalarî û pergalên desthilatdar rastî şîdetê tên û got, ji bo rakirina zulmê û azadiya jinê divê YPJ‘ê were xurtkirin.

Asya Abdullah banga xurtkirina YPJ‘ê kir
Asya Abdullah banga xurtkirina YPJ‘ê kir
Asya Abdullah banga xurtkirina YPJ‘ê kir
Asya Abdullah banga xurtkirina YPJ‘ê kir
25 mijdar, 2018   16:10

HESEKÊ

Bi hezaran jinên kantona Hesekê (Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê" bi armanca şermezarkirna şîdeta li dijî jinan meşeke girseyî ji gundê Til Hefyan ber Til Nesîr ve yên navçeya Til Temîr a Kantona Hesekê li dar xistin.

Di meşê de wêneyên têkoşerên jin ên Şoreşa Rojava, Tevgera Rizgariya Kurdistanê, xwişkên Mîrebal û alê û sembolên saziyên jin ên Bakurê Sûriyê hatibûn bilindkirin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Bi îradeya jin em dagirkeriyê têk bibin" û "Jin ji bo Efrînê serî hildin" hatibûn vekirin. Jinan bi navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin davêtin.

Jinan li ser piyan 1 km meşiyan û li stada gundê Til Nesrî rawestiyan. Piştî deqeyek rêzgirtin. Rêvebera Koordînasyona Koongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Asya Abdullah axivî.

Asya Abdullah di destpêka axaftina xwe de berxwedana jinên têkoşer bi bîr anîn û têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li hemberî terora DAIŞ‘ê silav kir.

Asya got "Di encamên hişmendiya baviksalarî û pergalên desthilatdar a mêr jin rastî zulmê hatin, ev hişmendî heya roja me ya îro didome, bi taybet li Bakurê Kurdistanê kiryarên ne mirovî der heqê jinan de têne kirin."

Asya Abdullah li hemberî şîdeta li dijî jinan banga mezinkirina têkoşînê û xurtkirina YPJ‘ê kir û got"YPJ‘ê nasnemeya jin diparêze û ji bo azadiya jin têdikoşe."

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah û jineke Suryan bi navê Menwa Dawud jî axivîn û bal kişnadin ser rola jin di her qadên civakê de.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

ANHA