Li Tebqayê meşa bi heybet  a jinan

Çalakiyên Pêngava "Ji kolekirina jinan re, azadiya me rûmeta me ye" bi meşeke girseyî bi dawî bû.

Li Tebqayê meşa bi heybet  a jinan
Li Tebqayê meşa bi heybet  a jinan
Li Tebqayê meşa bi heybet  a jinan
Li Tebqayê meşa bi heybet  a jinan
Li Tebqayê meşa bi heybet  a jinan
Li Tebqayê meşa bi heybet  a jinan
Li Tebqayê meşa bi heybet  a jinan
Li Tebqayê meşa bi heybet  a jinan
25 mijdar, 2018   15:17

TEBQA

Çalakiyên pêngava"Ji kolekirina jinan re na, azadiya me rûmeta me ye" bi munasebeta 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîdeta  li dijî Jinan ji aliyê  Rêveberiya Jinan a Tebqayê ve hatiye organîzekirin.

Çalakiyên pêngavê îro bi meşekê girseyê bi dawî bû.

Meş ji ber avahiya Rêveberiya Jinan a Tebqayê ya li taxa Sanî ber bi navenda Çand û Hunerê ya heman taxê ve dest pê kir.

Bi sedan jinên saziyên sivîl, leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajêr û gundewarê wê beşarî meşê bûn.

Jinan bi yek dengî dirûşmeyên  azadiya jinê û şermezarkirina şîdetê berz dikirin.

Di meşê de jinan pankartên bi nivîsên "Ji kolekirina jinan re na, azadiya me rûmete me ye", "Jinên Firatê bi vîna xwe wê bi serkevin", "Li hemberî şîdetê em bibin yek" û "Jin, jiyan azadî" vekiribûn. Meşê bi pêşengtiya hejmarek jin ku destê xwe bi zincîran girêdanabûn dest pê kir, ku şîdeta li dijî jinan nîşan dide.

Meş li ber navenda Çand û Hunerê rawestiya. Li vir ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Paşê Rêvebera Jin Fatima El-Hemdp axivî û çîroka hersê xwişkên Mîrebal bi bîr xist û banga têkoşîna şîdeta li dijî jinan kir.

Fatima her wiha anî ziman ku jin bi hevgirtin û yektiya xwe dê hemberî hişmendiya desthilatdar ku şîdetê li ser jinan ferz dike bi serkevin.

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê bal kişand ser destkeftiyên ku jinan di her qadan de bi dest xisitine û anî ziman ku pêkanîna şîdeta li dijî jinan rê li ber pêşketina jin û belavbûna fikrê wê dibe asteng.

Rewşen di berdewama axaftina xwe de got: "Bi navê Rêveberiya Sivîl a  Demokratîk a herêma Tebqayê em darvekirina jinan li Îran û destdirêjiya li ser jinan ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê û her wiha binpêkirinên der heqên jinên li Dêrazorê yên din bin zilma DAIŞ‘ê de  şermezar dikin."

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Xufran El- Mistefa binpêkirinên der heqê jinan de ji aliyê komên çete yên DAIŞ‘ê ve şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku xwe bi rêxistin bikin û li hemberî şîdetê bisekinin.

Pêngava  "Ji kolekirina jinan re na, azadiya me rûmeta me ye" beriya 3 hefteyan hatibû destpêkirin. Di pêngavê de civîn û semînerên têkildarî 25‘ê Mijdarê hatin dayîn û belavok dihatin belavkirin.

ANHA