Mînaka malbatên welatparêz; malbata Apê Mistefa ye

Şêniyên Reqayê di şerê li dijî terorê de ewladên xwe kirin qurban. Apê Mistefa yek ji wan şêniyan e. Bavê 2 şehîdan û şervanekî QSD'ê ye. Apê Mistefa wiha dibêje: "Ne ji nexweşiya min bûya, min ê li rex kurê xwe li dijî terorê di heman xendekê de şer bikira."

Mînaka malbatên welatparêz; malbata Apê Mistefa ye
Mînaka malbatên welatparêz; malbata Apê Mistefa ye
Mînaka malbatên welatparêz; malbata Apê Mistefa ye
Mînaka malbatên welatparêz; malbata Apê Mistefa ye
25 mijdar, 2018   09:45

EMAR EL-XELEF / REQA

Şêniyên bajarê Reqayê di dema serweriya çeteyên DAIŞ'ê de, gelek azar û zehmetî kişandin. Lê piştî rizgarkirina bajêr ji hêla QSD'ê ve, roja azadiyê li ser bajêr ji nû ve hilat û niha di nav aramî û ewlehiyê de ye.

Apê Mistefa 74 salî ye û ji şêniyên Reqayê ye. Apê Mistefa li taxa El-Teyara ya rojavayê bajêr dimîne. Malbata wî mîna gelek malbatên Reqayê ji bo rizgarkirina bajêr fedakariyên bêhempa kirine.

Malbata apê Mistefa ji 7 endaman; 4 xort û 3 keçan pêk tê. Du kurên wî ruxmî ku zewicîbûn jî tev li pêngava rizgarkirina Reqayê bûn û şehîd ketin.

Şehîd Emmar Mistefa El-Hemed bi nasnav 'Emmar Reqa' di sala 1994'an de ji dayîk bûye, zewicî bû û tu zarokên wî tune ne. Şehîd Emmar piştî derketina malbata wî ji Reqayê ber bi Eyn Îsa ve, tev li QSD'ê dibe. Di 10'ê Cotmehê de li ber sûrên bajêr şehîd dikeve.

Birayî wî bi navê Ibrahîm ê bi nasnav 'Qenas' di sala 1995'an de ji dayik bûye. Zewicî bû û 2 zarokên wî hene. Ibrahîm piştî şehadeta birayê xwe Emmar 5 rojan, li bajarê Reqayê şehîd dikeve.

Her wiha kurê apê Mistefa Xalid bi armanca şopandina rêya her du birayên xwe yên şehîd tev li nav refên QSD'ê bûye. Niha ew di Şerê Tunekirina Terorê de di pêngava Bagera Cizîrê de cih digire.

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me de apê Mistefa yê bavê du şehîdan û şervanekî QSD'ê wiha got: "Niha kurê min Xalid li qadên şer li bajarê Dêrazorê ye. Ne ji nexweşiya min bûya (nexweşiya dil) min ê li rex kurê xwe li dijî terorê di heman xendekê de şer bikira."

Apê Mistefa wiha domand: "Ji ber serkeftinên ku bi dest dixin, em spasiya QSD'ê dikin û heta rizgarkirina hemû xaka Sûriyê ji terorê em şopdarên rêya şehîdan in."

Apê Mistefa El-Hemed bi hevser û keça xwe Nûraya 10 salî re li taxa El-Teyara dijî li hêviya .

(şx)

ANHA