Li kolanên Şêxmeqsûdê nav û nîşanên berxwedanê

Piraniya caran navên kolan û dikanan wateyên cuda didin û çîroka berxwedanekê yan jî têkoşerekî/ê vedibêjin. Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê navên dikanan bala mirovan dikişînin. Bi vê yekê şênî dixwazin berxwedan û têkoşeran bi bîr bînin.

25 mijdar, 2018   09:25

HANAN MIHEMED / HELEB

Navên dikanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê yên ji hev cuda, bala mirov dikêşin. Xwediyên dikanan dikanên xwe bi navên nîşaneya deverekî ku li ber xwe daye, yan jî ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, an jî navên têkoşeran bi nav kirine.

Berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûd û rojavayê Kurdistanê di dirêjahiya salên şoreşê de têrê dike ku şênî navên dikanên xwe vegerînin navên berxwedanê.

Piraniya xwediyên dikanên Şêxmeqsûdê navên wekî “Avesta, Kobanê, Evîndar Efrîn, Cindirêsê, Bakur, Cizîrê, Eyn Dîwar, Qamişlo û Rojava” li dikanên xwe dikin. Şênî bi vê yekê dixwazin peyamekê bidin.

Têkildarî mijarê xwediyê dikana bi navê 'Efrîn' a bazirganiya erebeyan Ismaîl El-Şêx ji ajansa me re axivî. Ismaîl ji şêniyên Kobanê ye û sedema binavkirina dikana xwe bi navê 'Efrîn' wiha ji me re got: "Berê rêjîma Sûriyê binavkirina dikanan bi navên kurdî qedexe dikir. Lê îro rewş cuda ye. Ji bo ku berxwedana wê ji bîr nebe û her kesek di ber dikanê re çû û hat navê wê bixwîne, Min navê dikana xwe kir 'Efrîn'."

Ismaîl wiha domand: "Her çi qas çete me bidin koçberkirin, em dest ji rêgezên xwe bernadin. Bila bizanibin em bi berxwedana xwe ve girêdayî û em ê dest ji xaka xwe bernedin."

Di dawiyê de Ismaîl El-Şêx diyar kir ew nav, dê di bîra wan de bimînin û dê berxwedan û rastiya ku li wan herêman qewimiye, ji cîhanê re diyar bikin.

(şx)

ANHA